Parlamentoya Iraqê li ser êrişên Îsraîl-Îranê dicive

Biryar e îro parlamentoya Iraqê civînek awarte li ser êrişên Îsraîl yên li ser Îranê û binpêkirina seweriya Iraqê lidarbixe.

Parlamentoya Iraqê li ser êrişên Îsraîl-Îranê dicive
17 hezîran, 2025   12:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Ofîsa Ragihandinê ya Parlamentoya Iraqê ragihand ku parlamentoya Iraqê wê îro civînek awarte lidarbixe.

Li gorî daxuyaniyê paramentoya Iraqê wê îro civînek taybet li ser êrişên Îsraîl yên li ser Îran û binpêkirina serweriya Iraqê ya ji aliyê Îsraîlê ve lidarbixe.

Li gorî daxuyaniya ofîsê, civîna awarte wê saet di 13.00’an de dest pê bike.