Rêveberiya Xweser şehîd Ferhad Dêrik bi bîr anî

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şehîd Ferhad Dêrik bi bîr anî û got, " Hebûna wî ya manewî û rewşenbîrî di xebatên me yên rojane de hîn jî îlhamê dide me."

Rêveberiya Xweser şehîd Ferhad Dêrik bi bîr anî
17 hezîran, 2025   11:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Ferhad Dêrik (Hisên Şiblî) ku ji bo dermankirina nexweşiya xwe çûbû Silêmaniyê, roja 17’ê Hezîrana 2022’yan li herêma Kelarê ya Başûrê Kurdistanê di encama bomberana balafira bê mirov a bi çek a dewlet Tirk de, li gel 3 hevalên xwe şehîd bibû.

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şehîd Ferhad Dêrik bi boneya salvegera şehadeta Ferhad Dêrik daxuyaniyek nivîskî weşand.

Daxuyanî wiha ye: "Em hevreyê  xwe, Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser têkoşer Ferhad Dêrik bi bîr tînin. Têkoşer Ferhad Dêrik dema erkên xwe yên neteweyî û mirovî, xizmetkirina ji bo gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û parastina projeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk de bi cih dianî, şehîd bû.

Sê sal di ser şehadeta heval Ferhad re derbas bûn, lê hebûna wî ya manewî û rewşenbîrî di xebatên me yên rojane de hîn jî îlhamê dide me. Hevrê Ferhad yek ji pêşengên me bû ku baweriya xwe bi projeya Rêveberiya Xweser anî û bê westan xebitî da ku pîvanên wê yên li ser bingeha edalet, wekhevî û jiyana hevbeş xurt bike.

Hevrê Ferhad jiyana xwe ji bo xizmetkirina dozên gelê xwe feda kir û tevî hemû xeterî û zehmetiyan di pêkanîna erkên xwe de paşde venekişiya.

Ferhad Dêrik di rêya avakirina Rêveberiya Xweser de mohreke ku nayê jibîrkirin hişt. Ew mînaka rêberekî dilsoz û fedakar bû. Ji her kesî vekirî bû û baweriya wî bi yekitî û hevgirtina hemû pêkhateyan ji bo avakirina civakeke azad û demokratîk hebû. Şehadeta wî windahiyek ji bo doza ku heta dawiyê baweriya wî pê dihat û ji bo wê şer dikir.

Di vê salvegerê de, em soza xwe ji hevrêyê xwe yê şehîd û hemû şehîdên azadiyê re nû dikin ku em ê şopdarên rêya wan bin, em dê bi projeya xwe ya demokratîk ve girêdayî bin, destkeftiyên ku bi xwîna şehîdan hatine bidestxistin biparêzin û hêviyên gelên xwe ji bo pêşerojek azadî û aştiyê biparêzin.Şehîd namirin."

(bb)