Hemdan El Ebid: Metirsiya mezin a li Sûriyeyê domandina dagirkeriya Tirk e

Cîgirê hevserokên Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Hemdan El Ebid got metirsiya rastîn a li Sûriyeyê domandina dagirkeriya Tirk e.

Hemdan El Ebid: Metirsiya mezin a li Sûriyeyê domandina dagirkeriya Tirk e
14 mijdar, 2025   02:35
REQA
MIZGÎN ELÎ

Cîgirê hevserokên Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Hemdan El Ebid ji ajansa me re got Enqere ji gelek salan ve bi îdiaya parastina ewlehiya xwe ya neteweyî destwerdanê di Sûriyeyê de dike û hewl dide xwe di aliyê siyasî, leşkerî û aborî de ferz bike.

Hemdan El Ebid got: "Ev destwerdan pêvajoya çareseriya siyasî asteng dikin û projeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk armanc digirin. Ji ber wê divê civata navneteweyî tecawizên Tirkiyeyê rawestîne û aramiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê misoger bike."

El Ebid got Enqereyê di 14 salên dawîn de destek da komên çekdar ên Îslamî û xwest bi rêya wan berjewendiyên xwe li ser xaka Sûriyeyê pêk bîne û wiha domand: "Tirkiyeyê deverên ji xaka Sûriyeyê wekî Serêkanî, Girê Spî û Efrîn bi îdiaya parastina ewlehiya neteweyî dagir kirin, lê armanca wê ya rastîn kontrolkirina rêveberî û aborî ya van deveran e."

El Ebid diyar kir ku Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ku ji bo şerê li dijî DAIŞ'ê hatine avakirin, bi hezaran şehîd ji bo rizgarkirina xaka Sûriyeyê, ne ji bo êrişkirina kesekî yan jî ji ber çavnebariyên siyasî dan.

El Ebid destnîşan kir ku armanca siyasetên dewleta Tirk a dagirker lewazkirina Rêveberiya Xweser e, ew jî bi rêya hedefgirtina binesazî û stasyonên kehrebe û petrolê û astengkirina hewldanên pêkanîna aramiya siyasî û aborî ya herêmê ye.

El Ebid got Rêveberiya Xweser diyalog û çareseriya aştiyane li şûna çekan bi kar tîne û dixwaze nimûneyeke demokratîk ku hemû pêkhateyên olî û neteweyî tê de cih bigirin, ava bike.

‘ÎDIAYÊN TIRKIYEYÊ NE RAST IN’

El Ebid bang li civata navneteweyî, bi taybetî li Dewetên Yekbûyî yên Amerîkayê kir ku ji bo binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker û bidawîkirina êrişên wê li dijî herêmê bibe garantor û wiha zêde kir: "Îdiayên Tirkiyeyê yên dibêjin ku QSD gefê li ewlehiya wê ya neteweyî ne rast in. Metirsiya rastîn domandina dagirkeriya Tirk û siyasetên wê yên xerabker e."

Hemdan El Ebid di dawiya axaftina xwe de teqezî bi domandina rêbaza demokratîk û diyaloga nîştimanî ya Rêveberiya Xweser kir û got çareseriya siyasî ya dûrî destwerdanên derve rêbaza tekane ya bidawîkirina krîza Sûriyeyê ye.

(mh)

ANHA