Li hemberî bicihkirina zimanê tirkî di minhacên Sûriyeyê de nerazîbûn hat nîşandan

Endam û rêveberên KPC-D û SZK'ê yên Helebê biryara Zanîngeha Şamê ya bicihkirina zimanê tirkî di nava minhacên Sûriyeyê de şermezar kir û teqezî bi mafê her pêkhateyekê yê perwerdeya bi zimanê dayikê kir.

Li hemberî bicihkirina zimanê tirkî di minhacên Sûriyeyê de nerazîbûn hat nîşandan
14 mijdar, 2025   06:40
HELEB
NESRÎN ŞÊXO

Bi destpêka sala nû ya xwendinê ya 2025-2026'an re, Zanîngeha Şamê beşa zimanê tirkî di Fakulteya Wêje û Zanistên Mirovî de vekir. Hat diyarkirin ku biryar ji bo Meclisa Bilind a Fêrkirinê hat rakirin da ku bi awayekî fermî were dayîn.

Li hemberî vê biryarê bi berfirehî nerazîbûn hat nîşandan. Çavdêran dibêjin biryar neheqiyê li mafên pêkhateyên resen ên Sûriyeyê dike û diyar kir ku hikumeta veguhêz a Sûriyeyê daxwazên pêkhateyan ên perwerdeya bi zimanê dayikê paşguh dikin, li kêleka wê jî ew rê dide zimanê Ttrkî ku derbasî zanîngeh û dibistanên Sûriyeyê bibe.

Der barê mijarê de, rêveber û endamên Komîteya Perwerde û Fêrkirina Civaka Demokratîk (KPC-D) û Saziya Zimanê Kurdî (SZK) ji ajansa me re helwesta xwe anî ziman.

Endama SZK'ê Engîzek Reşîd got biryara hikumeta veguhêz a Sûriyeyê neheqiyê li mafên pêkhateyên resen û nasnameyên wan ên çandî dike.

Engîzek Reşîd diyar kir ku ev biryar nîşana domandina siyasetên paşguhkirina pêkhateyan û bişaftina nasnameyên li Sûriyeyê, dide.

Hevseroka KPC-D ya Helebê Zehîde Reşîd jî destnîşan kir ku rewakirina fêrkirina bi zimanê Tirkî ne li gorî hêvî û armancên gelê Sûriyeyê ne û siyasetên Baas ji nû ve vedijîne û got: "Divê her şagirtek bi mafê xwe yê fêrbûna bi zimanê dayikê girêdayî û bawer be. Ziman cewhera çand û nasnameyê ye, jidestdayîna wî jidestdayîna xwe ye."

Rêveberê Peymangeha Şehîd Zozan Yûsif, Ebdulqadir got ku ev biryar li dijî xwezayiya civaka pirreng a Sûriyeyê ye û got: "Ferzkirina zimanê Tirkî di perwerdeyê de nasnameya pêkhateyên resen tune dike û çanda wan diçewisîne."

Ebdulqadir wiha domand: "Mafê ber pêkhateyê heye ku zimanê xwe fêr bibe. Zimanekî ku dîrok û girêdana pêkhateyekê temsîl nake, li wê nayê ferzkirin."

Hemwextî wê, saziyên perwerdeyê û çandî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê girîngî bi pirrengiya fêrkirin û perwerdehiyê ji bo parastina nasnameya niştimanî ya Sûriyeyê da.

(mh)

ANHA