Kargeha Siwêdiyê rojane 75 cerên gazê çêdike

Di çarçoveya zêdekirina ewlehiyê û çareserkirina pirsgirêkên heribandina gazê de, Kargeha Siwêdiyê ya Gazê rojane nêzî 75 cerên gazê çêdike û nêzî 14 hezar ceran dadigire.

14 mijdar, 2025   05:50
QAMIŞLO
EHMED SEMÎR - RÊNAS REMO

Di 29'ê Cotmeha borî de cereke gazê li xwaringeha El Wecbe El Melekiye ya kolana Wehdê ya bajarê Qamişlo yê kantona Cizîrê teqiya û di encamê de 4 kes birîndar bûn û yekî ji wan jiyana xwe ji dest da. Vê bûyerê asta saxlemiya cerên gazê û girîngiya avêtina gavan ji bo zêdekirina saxlemiyê diyar kir.

Gelek şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bikaranîna cerên gaza malan bi tirs in. Bi zêdebûna rewşên heribandina gazê re, egera pêkhatina qezayan zêde dibe.

Welatî Xalid Yûsif ku bi xwe xwediyê xwaringeheke li Qamişloyê ye, ji ajansa me re tirsa xwe ya ji ber bikaranîna cerên gazê yên kevn anî ziman û got: "Di cerên gazê de gelek pirsgirêk hene, ji wan heribandin e. Ev jî metirsiyeke mezin çêdike. Berî çend rojan ji ber teqîna cera gazê şewatek li xwaringehekê çêbû û hin kes birîndar bûn û jiyana xwe ji dest da."

Yûsif wiha domand: "Pirsgirêk ne tenê ji ber kevnbûna cerên gazê û tunebûna ezmûnkirinê ye, pirsgirêk ew e ku çavdêriyeke rastîn tune ye û çaksazî jî tune ye. Hin caran em bala xwe didinê ku heribandina gazê di ber cerê re çêdibe, dema em diçin wê biguherînin karmend naguherînin û îdia dikin ku me cer ji wan nekiriye, lê belê di rastiyê de me ji wan kiriye."

Yûsif diyar kir ku ev paşguhkirin dê zirarên mezin çêke, nexasim dema ku heribandineke biçûk çêbe yan jî pileya germahiyê zêde bibe.

Welatî Ezo Ebdulqadir jî heman tirs anî ziman û got: "Devikên ceran bûne sedema tirsê, gaz bi rehetî tê re derbas dibe. Em hêvîdar in aliyên berpirs ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê di demeke nêzîk de tev bigerin û berî ku bifiroşin welatiyan ji saxlemiya ceran piştrast bin."

Piştî girtina giliyên welatiyan, ajansa me berê xwe da Kargeha Siwêdiyê ya Gazê ya li bajarê Dêrikê. Ew jî kargeha gazê ya tekane ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye.

Kargeh cerên nû di astên saxlemiyê yên baş de derdixe da ku ew bi cerên kevn werin guhartin.

ROJANE 75 CER TÊN ÇÊKIRIN

Kargeh rojane nêzî 75 ceran çêdike û nêzî 14 hezar ceran jî diguherîne. Ev cer li seranserê Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tên belavkirin.

Di serî de sefîheyên polayî yên herî baş tên taqîkirin, piştre tên qutkirin û bi awayekî xurt bi hev ve tên lihêmkirin, piştre bingeh û stûyê cereyê tên çêkirin. Piştre devik di aliyê derbaskirina gazê de tê taqîkirin. Di dawiyê de ew rengê şîn ê li dijî germahiyê tê boyaxkirin.

Rêveberê kargehê endezyar Egîd Ebdulmecîn ji ajansa me re diyar kir ku çaksazkirina cerên gazê gaveke pir girîng e û got: "Em baş dizanin ku li ba me çavkaniyên pêwîst tune ne, lê belê em hewl didin krîza gazê di nava welatiyan de çênebe. Ev kargeha tekane ya herêmê ye û berpirsyariya me jî mezin e."

Ebdulmecîd got hemû cerên ku pirsgirêk tê de derdikevn li ba wan tên danîn û careke din venagerin nav welatiyan. Ebdulmecîd wiha domand: "Dema ku em bibînin devîka cereyê xerab e em wê diguherînin. Em asta metirsiya cerên gazê baş dizanin. Ev beş berî 3 salan hat avakirin. Armanca me ne tenê zêdekirina hejmara ceran e, her wiha ku em bikarin cerên kevn bi yên nû biguherînin."

Ebdulmecîd got ku ew niha hesinê herî baş û devîkên herî baş bi kar tînin û cereyê di ezmûnên dijwar re derbas dikin û tedbîrên din digirin da ku pîvanên saxlemî û ewlehiyê werin pêkanîn.

Ebdulmecîd wiha domand: "Dibe ku kargeh ne ewqasî mezin e lê belê ew birêkûpêk û rêxistinkirî ye. Cere di aliyê giranî û cûreyê hesin de cuda divin, lê dema em wan dadigirin, di her cereyeke 24 kîlogramî de em 9 kîlogram gazê xam dadigirin."

Der barê çavdêriyê de Ebdulmecîd got: "Li hin herêman çavdêrî heye, lê li hin herêmên din bi giraniya ceran tê lîstin. Li ba me giraniya cereyê 24 kîlogram e."

Ebdulmecîd bang li welatiyan kir ku her tim hişyar bin ji ber ku cera saxlem ji bo malbatekê mehekê li ber xwe dide, lê belê ya nesaxlem 2 hefteyan li ber xwe nade.

Her wiha Ebdulmecîd bang li aliyên berpirs kir ku mijara lîstina bi ceran û giraniya wan bişopînin.

(mh)

ANHA