Li wîlayeta Balikesirê ya Tirkiyeyê bi pileya 6.2 erdhej çêbû

Li wîlayeta Balikesirê yê rojavayê Tirkiyeyê bi pileya 6.2 erhej çêbû, lê tu agahiyên der barê windahî û ziraran de nehatin aşkerakirin.

Li wîlayeta Balikesirê ya Tirkiyeyê bi pileya 6.2 erdhej çêbû
27 cotmeh, 2025   23:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Vê êvarê, li wîlayeta Balikesirê ya rojavayê Tirkiyeyê bi pileya 6.2 erhejek pêk hat, şêniyên li gelek wîlayetên derdorê weke Stenbol, Îzmîr, Bursa heta bi hin bajarên Yewnanistanê erdhej hîs kirin.

Li gorî daxuyaniya Rêveberiya Karesat û Rewşa Awarte ya Tirkiyê (AFAD), erdhej saet di 22:48ˊan de, di kûrahiya 6 kîlometreyan di bin erdê de çêbûye.

Lê heta niha tu zirarên canê û madî çênebûne.

(fr)