Artêşa Îsraîlê: Ji 7`ê Cotmehê ve 900 efser û leşkerên Îsraîlî hatine kuştin

Artêşa Îsraîlê ragihand ku efserekî wan li başûrê Xezayê hat kuştin. Hijmara kuştiyên artêşa Îsraîlê ji destpêka şer ji 7`ê Cotmeha 2023`an de gihişt 900 kesan.

Artêşa Îsraîlê: Ji 7`ê Cotmehê ve 900 efser û leşkerên Îsraîlî hatine kuştin
31 tebax, 2025   10:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Îsraîlê ragihand ku şevê berê efserekî artêşê bi navê Ariel Lubliner 34 salî yê ji Firqeya 36`an, di şerê li başûrê Xezayê de hat kuştin, bi wê re hejmara kuştiyên Îsraîlê ji 7ˊê Cotmeha 2023ˊyan ve derket 900ˊî.

Li gorî radyoya artêşa Îsraîlê bîlançoya kuştiyan ji 7ˊê Cotmeha 2023ˊyan ve 900 efser û leşker in û di van dem û cihan de hatine kuştin:

329  kes di 7`ê Cotmehê de.

456  kes di operasyonên bejayî yên li Xezayê de.

50  kes di êrişa li ser Lubnanê de.

34  kes di êrişên Hizbullahê de.

16  kes di êriş û pevçûnên li Şerîaya Rojava (Difa Xerbiyê) de.

2 kes di êrişeke baefireke bêmirov a ji milîsên Iraqê de.

Yek di êrişa mûşekekî Îranê de.

12  kes di bûyer û qezayên operasyonan de.

Ji 7`ê Cotmeha 2023`an û vir ve, di şerê li ser Xezayê de nêzîkî 63 hezar kes hatine kuştin, nêzîkî 159 hezar birîndar bûn, ku piraniya wan zarok û jin in. Zêdetirî 10 hezar kes winda ne, û bi sed hezaran kes jî koçber bûne. Li gorî daneyên Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê li Xezayê ji ber birçîbûn û kêmbûna xurekê li Xezayê 322 kesan jiyana xwe ji dest da, ku 121 ji wan zarok in.

(k)