Guhertina demografîk a taxa Mezê ya Şamê

Guhertina demografîk li taxa Mezê 86 a Şamê her ku diçe zêde dibe, ji tirsê û aloziya aborî şêniyên Elewî yê taxê malên xwe difiroşin, di heman demê de şêniyên nû li taxê bi cî dibin.

Guhertina demografîk a taxa Mezê ya Şamê
15 kanûn, 2025   03:45
ŞAM

Taxa Mezê 86, heta demek berê, piraniya nişteciyên wê Elewî bûn, ku nêzîkî ji sedî 80 nifûsê pêk dianî. Lê belê, îro ev êdî ne wiha ye, û Elewî di nav taxê de dibin kêmanî.

Li gorî tomarên parêzgeha Şamê, nifûsa Mezê 86 bi qasî 33 hezar kes e. Tax yek ji navçeyên Mezê ye ku li rojavayê paytextê ye. Di dawiya salên 1970`an de hat avakirin û di salên 1980`an de berfireh bû.

Piraniya xwediyên xaniyan ên li taxê xanîyên xwe difiroşin û vedigerin gund û bajarokên xwe, di heman demê de hin ji wan ji tirsa ku xaniyên wan ji wan bên standin, xanîyên xwe difiroşin û xaniyekî li heman taxê kirê dikin.

Tiştê ku li taxê kirin, ji aliyan şêniyan ve weke "koçberiya Elewiyan" tê bi navkirin, ji ber ku Elewî ji tirsa tolhildanê ji taxê derdikevin, û guhertinek demografîk a berfireh tê kirin.

Ebû Elî, zilamek 70 salî ye û yek ji şêniyên herî kevin ên taxê ye, ku ji dikaneke piçûk debara xwe dike, ji ajansa me re got: "Carê Mezê 86 dibistanek û stargehek bû ji bo xwendekarên zanîngehê, gelek malbat bi kirêkirina yek an çend odeyan debara xwe dikirin, îro, tenê çend kes mane."

Ebû Elî diyar kir ku piraniya şêniyên ji peravê û deverên gundewarî yên Hums û Hemayê milkên xwe firotine, hin ji wan ji ber neçariyê piştî rawestandina mûçeyan, û hinekên din jî ji ber ku karê wan li Şamê bi dawî bû.

Der barê şêniyên nû de, Ebû Elî got, "Piraniya şêniyên nû ji herêmên niha ji Dêrazorê û Idlibê ne. Pir endamên artêşê xuyan dikin. Ew pir xaniyan dikirin û dikin milkên xwe, ku ev yek leza firotanê zêde kiriye û bihayên kirê pir giran kiriye."

Li gorî çavdêriyên ajansa me, kirêya xaniyekî du ode yê 40 metreçargoşeyî niha mehane ji 3 milyon lîreyên Sûriyeyê zêdetir e.

Ebû Elî got ku hin kesên nûhatî karsaziyên piçûk dest pê kirine, ji kirîna dikanan û vekirina karsaziyan bigire heya damezrandina şîrketên veguhastina pereyan û xizmetguzariyê, ku ev yek cewherê çalakiyên aborî yên li taxê guhertiye.

(k)

ANHA