Seroka Ofîsa Jinan a MSD`ê rewşa Sûriyeyê piştî hilweşîna Rejîma Baasê nirixand

Seroka Ofîsa Jinan a Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD diyar kir ku di sala yekem piştî hilweşîna rejîma Baasê de eşkere bû ku zîhniyeta ku jinan bi dehan salan paşguh dike berdewam dike.

Seroka Ofîsa Jinan a MSD`ê rewşa Sûriyeyê piştî hilweşîna Rejîma Baasê nirixand
15 kanûn, 2025   05:50
REQA
DÎMA MIHEMED

Seroka Ofîsa Jinan a MSD`ê, Cîhan Xidiro diyar di derbarê hilweşîna Rêjîma baas ji Ajansa me re axivî û diyar kir ku "salekê qonaxa veguhêz asta tevliheviya li Sûriyeyê eşkere kir, tevî hêviyên mezin ên ku bi hilweşîna rejîmê re çêbûn," û destnîşan kir ku "di rewşa giştî de hîn jî avahiyek siyasî û sazûmanî tune ye ku bikaribe veguherîna pêwîst pêk bîne."

Cîhan wiha berdewam kir, "Guhertina siyasî ya ku çêbûye hîn neketiye kûrahiya civakê. Hin pratîkên kevin hîn jî bi rûyên nû, dubare dibin, di navbera soz û gotinên hikûmeta veguhêz û çalakiyên li ser erdê de valahiyek eşkere heye. "

JIN… HEBÛNEK LAWAZ Û HÊVIYÊN NEHATINE PÊKANÎN

Cîhan Xidiro destnîşan kir ku "hêvî hebûn ku ev qonax bibe derfetek ji bo xurtkirina hebûna jinên Sûriyeyê di xebata siyasî û civakî de, lê encamên ku derketin ev hêvî şikandin. "

Cîhan wiha lê zêde kir, "Tevî çêbûna derfetn ji bo nîqaş û derbirînê jî, lê beşdariya rastîn a jinan di saziyên hikûmeta veguhêz de pir lawaz ma. Di pir rewşan de, hebûna jinan tune bû an jî bêbandor bû."

NEBÛNA NÊRÎNA ZELAL BO PARASTINA JINAN

Seroka Ofîsa Jinan a MSD`ê nebûna nêrîneke zelal ji bo parastina mafên jinan bi awayekî destûrî û qanûnî rexne kir, û diyar kir ku hikûmeta veguhêz ti gavên cidî ji bo parastina jinan ji tundiyê an jî ji bo misogerkirina beşdarbûna wan di biryardanê de neavêtiye. Cîhan her wiha bal kişand ser nebûna bernameyên aborî yên piştgiriyê ji bo jinan.

Cîhan Xidiro di qonaxa niha de sê pirsgirêkên sereke ên ku jin pê re rû bi rû dimînin destnîşan kir: paşguhkirin siyasî, qelsiya nûnertiya rastîn a jinan, û nebûna qanûnên dadperwer ên ku jinan ji cudakarî û tundiyê diparêzin.

BERŞDARIYA JINAN… MERCEKE JI BO AVAKIRINA SIBEROJA SÛRIYEYÊ

Cîhan Xidiro da zanîn ku beşdarbûna jinan ne mijarek duyemîn e, lê belê şertek bingehîn e ji bo serkeftina ji nû ve avakirina Sûriyeyê. Cîhan wiha lê zêde kir, "Jin ne hilgirên guhertinê ne, lê afirînerên wê ne. Wan di salên şer û xebata civakî de hêza xwe ya rêberî, rêxistinkirin û hilgirtina berpirsiyariyê îspat kirine."

Cîhan banga beşdarbûna jinan di nivîsandina destûrê, rêvebirina saziyan, û di pêşxistina polîtîkayên aborî û civakî de kir.

Seroka Ofîsa Jinan a MSD`ê, Cîhan Xidiro got ku siberoja Sûriyeyê bêyî nûnertiya dadperwer û hevseng a jinan nayê avakirin, û axaftina xwewiha bi dawî kir, "Jinên Sûriyeyê bedelên giran dane, û îro mafê wan heye pêşengiya nivîsandina sibroja Sûriyeyê bikin. Bêyî beşdariyeke xurt û hişmend a jinan, guhertin dê netemam be."

(k)

ANHA