Senherîb Bersûm: Divê gotinên nefretê were rawestandin û diyalog were xurtkirin

Endamê komîteya danûstandinan a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê destnîşan kir ku di vê demê, hewce dike ku gotina nefretê kînê di navbera pêkhateyan de were rawestandin û diyaloga neteweyî were xurtkirin, ji ber ku diyalog rêya bingehîn a avakirina Sûriyeyeke demokratîk e.

Senherîb Bersûm: Divê gotinên nefretê were rawestandin û diyalog were xurtkirin
15 kanûn, 2025   02:35
HESEKE
BILIND HECÎ

Endamê Komîteya Danûstandinan a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Senherîb Bersûm di derbarê salvegera yekem a hilweşîna rejîma Baasê de bi ajansa me ra axivî û diyar kir ku welat dikeve qonaxek girîng ku hewldanên hevgirtî hewce dike da ku ber bi avakirina Sûriyeyeke demokratîk ve biçe.

10`ê ADARÊ QONAXEK GIRÎNG A SLÊ BÛ

Bersûm destnîşan kir ku peymana 10`ê Adarê, ku di navbera Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk, Mezlûm Ebdî, û serokê hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê, Ehmed El Şeri de hatiye îmzekirin, tevî astengî û dijwarîyên ku pê re rû bi rû maye, qonaxek girîng a îsal bû.

Barsoum der barê zêdebûna gotina nefretê û kînê û pevçûnên mezhebî hişyarî da, û ew wekî astengiyek li pêşiya pêvajoya rastîn a aştiyane û ji nû ve avakirina Sûriyeyê bi nav kir. Bersûm destnîşan kir ku ew kesên ku gotinên mezhebî bikar tînin armanca wan ew ku şer û pevçûnan bidomînin û li ser hesabê êşa gelê Sûriyeyê berjewendiyên teng bi dest bixin.

Gotina nefretê xeterek rastîn e

Senherib Bersûm bal kişand ser girîngiya diyalogê di navbera welatiyên Sûriyeyê de ji bo gihîştina nêrîneke neteweyî ya hevbeş. Her wiha destnîşan kir ku ezmûna ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatiye bidestxistin modelek demokratîk ji bo jiyana hevbeş û aştiya sivîl di navbera civakên wê yên cûrbecûr de ava kiriye.

Bersûm hêviya xwe anî ziman ku ev model dê li seranserê Sûriyeyê were pêkanîn, û bibe sedema avakirina dewletek ku pirrengiya neteweyî û olî nas dike û demokrasiya nenavendî û piralî wekî modela rêveberiyê qebûl dike, "bi vî rengî dê hêz û cihê Sûriyeyê hem li ser asta herêmî û hem jî li ser asta navneteweyî xurt bibe."

Çavdêr dibêjin ku Sûriyeyê di qonaxek girîng re derbas dibe, ji bo wê jî, hewceye gotinên nefretê were rawestandin û diyaloga neteweyî were xurtkirin, ev yek jî hewceyî hewldanên siyasî û civakî yên zêde ye. Gotina nefretê xeterek rastîn e ku bandorê li aştiya civakî di navbera pêkhateyên Sûriyeyê dike.

(k)

ANHA