Girîngiya Tengava Hurmuzê û bandorên girtina wê

Tengava Hurmuzê ku rêyeke girîng di navbera Kendava Erebî û Kendava Omanê de ye damarek girîng ji bo aboriya cîhanî ye. Bi qasî çareyeke bazirganiya petrol û gazê ya cîhanê di vê tengavê re derbas dibe. Her astengekirinek di tevgera trafîka wê de dibe sedema bilindkirina bihayên enerjiyê û bêîstîqrarkirina bazaran. Rageşiya leşkerî ya dawîn tengav veguherandiye krîzeke mirovî û dibe ku bibe sedema rûdana şerekî li ser ewlehiya enerjiyê.

Girîngiya Tengava Hurmuzê û bandorên girtina wê
3 adar, 2026   14:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Îranê duh ragihand ku Tengava Hurmuzê ku yek ji noqteya herî girîng ên veguhastina petrolê ya cîhanê ye girt. Îran diyar kir ku keştiyên hewl bidin ji tengavê derbas bibe wê werin şewitandin.

Tengava Hurmuzê ku li herêma Rojhilata Navîn e yek ji rêyên avê yên herî girîng li cîhanê ye. Tengav, Kendava Erebî ji Kendava Omanê vediqetîne. Li bakurê wê Îranê ye, li başûr jî parêzgeha Mesendem a Omanê ye. Tengav cihê stratejîk e ku welatên Kendavê û avên navneteweyî bi hev ve girê dide.

Dirêjahiya Tengava Hurmuzê bi qasî 161-167 kîlometreyan e. Firehbûna wê jî di navbera 33- 95 kîlometreyan e. Tengav ji 2 rêyên sereke yên navgînasyonê ; Yek ji bo keştiyên ku dikevin kendavê û ya din jî ji bo keştiyên ku derdikevin Kendava Omanê, pêk tê. Her rêyek bi qasî 3 kîlometreyan e. Di navbera wan de herêmeke tampon ji bo ewlehiyê heye.

Peravên wê yên bakur ji beşên ji rojhilatê giravên Qeşm û Larak ên Îranê pêk tên. Li peravên wê yên başûr jî Nîvgirava Musendam a Omaniyê hene. Gelek girav li ser tengavê belav bûne. Ji wan Qeşm, Hurmuz, Larak û Hengam girêdayî Îranê ne û giravên Selame û Xenem, Nîvgirava Musendam girêdayî Omanê ne. Giravên Teneb a Mezin, Teneb a Biçûk, Ebû Mûsa û girava Farur a Îranê li deriyê bakur ê tengavê ne.

GIRÎNGIYA WÊ YA ABORÎ YA CÎHANÎ

Nêzîkî çareke bazirganiya petrolê ya cîhanê di Tengava Hurmuzê re derbas dibe. Li gorî Rêveberiya Zanyariyên Enerjiyê ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA), di sala 2024'an de, rojane bi qasî 16.5 milyon bermîl petrola xav û kondensat ji Erebistana Siûdî, Iraq, Kuweyt, Îmarat û Îranê diçû tengavê. Zêdetirî 5 ji dabînkirina gaza xwezayî ya cîhanê jî, bi piranî ji Qeterê, di nav tengavê re derbas dibe.

 Welatên mîna Îran  ji sedî 90 ji hinardekirina petrola xwe dispêre Tengava Hurmuzê.  Kuweyt û Iraq, ji ber nebûna alternatîfên guncaw, ji bo hinardekirina petrola xav û kondensat hema hema bi tevahî xwe dispêrin Tengava Hurmuzê. Her çendî ku li Erebistana Siûdî û Îmarat jî rêyên hinardekirinê yên alternatîf hene jî, lê bi giranî xwe dispêrin Hurmuzê. Siûdî ji sedî bi qasî 40 petrola xwe ji Hurmuzê hinarde dike û Îmaratê jî bi qasî ji sedî 18 e. 

Çînê ku herî zêde xwe dispêre petrola Tengava Hurmuzê, ji sedî nêzî 32 ji tevahiya hinardekirina wê pêk tîne. Piştî wê Hindistan ji sedî 18, Koreya Başûr ji sedî 13 û Japonya ji sedî 9 xwe dispêre tengavê.

TENGAVA HURMUZÊ DI ALIYÊ QANÛNÎ DE

Di aliyê qanûnî de, Tengava Hurmuzê li gorî pergala Peymana Neteweyên Yekbûyî ya Qanûna Deryayê ya 1982'an, wekî tengaveke navneteweyî tê birêvebirin. Ev pergal mafê derbasbûna bilez û bê asteng dide hemû keştî û balafiran.

Li gorî peymanê, mafê tu welatan nine ku di demên aştiyane de tengavê bigirin an jî rê li ber derbasbûna keştiyên bazirganiyê bigirin. Lê maf di demên şerên çekdarî de bi îstisnayan ve girêdayî ye ku dibe rêgezên derbaskirinê li gorî qanûnên şer ên navneteweyî werin guhertin, bi şertê ku guncaw bin û rêzê bide mafê bêalîtiya keştiyan.

Îran û Omenê ku tengavê bi rêve dibin têgeha "Trafîka bêguneh" bi cih tînin. Li gorî wê, mafên her du weletan heye ku ewlehî û serdestiya xwe biparêzin. Şert e ku her keştiyeke şer beriya ku derbasî tengavê bibe destûrê bixwazin. Îran dixwest ku tevahî tengavê bi rêve bibe, lê ev daxwaz di  konferansên Qanûna Deryayê yên li Cinêvê yên salên 1958 û 1960'an de hat redkirin.

Piştî keşfkirina petrolê li tengava Hurmuzê di destpêka sedsala 20'î de an de girîngiya wê zêdetir bû û bû xaleke girîng ji bo pevçûnên siyasî û leşkerî. Di dema Şerê Îran-Iraqê (1980-1988) de, di sala 1984'an de piştî ku cihên petrolê û tankeran ên li girava Xarik ya Îranê hatin hedefkirin "Şerê Tankeran" dest pê kir. Tehran bersiva êrişan da, tankerên ku ber bi Kuweyt û welatên din ên Kendavê ve diçûn kirin hedef û mayînên deryayî  bi cih kirin. Di heman demê de Iraqê bi mûşekan êrişî tankerên Îranê kir.

Piştî ku dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û welatên Ewropayê ji bo parastina navgînasyonê destwerdan kir, şer gûrtir bû. Di havîna 1987'an de keştiyên Kuweytê li mayînên Îranê qelibîn. Ji ber vê yekê Washington hebûna xwe ya leşkerî li herêmê xurtir kir. Di îlona heman salê de helîkopeterên Amerîkayê êrişî keştiyên Îranê yên mayîn bi cih dikirin, kir û keştî binav kirin. Piştî ku keştiyên Amerîka û yên din li mayînan qelibîn, hêzên Amerîkayê baregehên Pasdarên Îranê rûxandin û êrişî keştiyek şer a Îranê kir.

Di Nîsana 1988'an de, DYA'yê operasyoneke leşkerî ya bi navê "Praying Mantis" pêk anî. Di encamê de keştiyên şer ên Îranê hatin rûxandin û qaîdeyên petrolê hatin bêbandorkirin. Her wiha zêdetirî 50 îranî hatin kuştin. Di şer de helîkoptera DYA'yê rûxiya û 2 pîlot mirin.

Di heman salê de, keştiya kruvazî ya USS Vincennes a Amerîkayê, balafireke rêwiyan a Airbus a Îranê bi gumana ku ew balafireke sivîl e xist xwarê û 290 kes kuştin.

Tengava Hurmuzê ji bo aboriya cîhanî wekî damarek girîng dimîne, nemaze ji ber ku alternatîfên guncaw ên ji bo veguhestina enerjiyê pir kêm in. Her astengkirinek di tevgera tengavê de dê bibe sedema zêdebûna lêçûnên barkirinê û zêdebûna bihayên enerjiya cîhanî. Ji ber vê yekê, tengav ji bo hesabên jeopolîtîk girîn e.

Li gorî aborînasan, eger tengav bi rojan girtî bimîne, dibe ku bihayên enerjiyê bi awayekî mezin bilind bibe û bihayên petrola Brent bigihîne 120-150 dolar serê bermîlekê.

Biryara Îranê ya girtina Tengava Hurmuzê, rêya herî girîng a veguhastina petrolê ya cîhanê vediguherîne qada şer, ewlehiya enerjiya cîhanê dixe metirsiyê û aloziyên herêmî girantir dike.

(bb)

ANHA