Artêşa Pasdaran keştiyek Amerîkayê kir hedef

Ajansa Nûçeyan a Tasnim ragihand ku artêşa Pasdaran li tengava Hurmuzê li keştiyeke Amerîkayê xistiye.

Artêşa Pasdaran keştiyek Amerîkayê kir hedef
10 îlon, 2026   22:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa Nûçeyan a Îranê Tasnim vê êvarê ragihand ku hêzên deryayî yên artêşa Pasdaran a Îranê li tengava Hurmuzê keştiyeke "SEAL Drone Explorer" a Amerîkayê kir armanc.

Li gorî heman ajansê, dirêjahiya keştiyê bi qasî 7 metre ye û bi kamerayan, pergalên ragihandinê û sensoran ve hatiye sazkirin. Hate ragihandin ku keştî ji bo mîsyonên keşf, çavdêrî û hişyariya qada deryayî dihat bikaranîn.

Ajansê dîmenek weşand û îdia kir ku ê hedefkirina keştiyê ye.

(bb)