Îsraîlê kuştina serkirdeyekî El Qesam ragihand

Artêşa Îsraîlê ragihand ku serkirdeyê Tûgayên El Qesam ên baskê leşkerî yê Tevgera Hemasê Mihemed Ecor di êrişekê de li Şerîda Xezayê hat kuştin.

Îsraîlê kuştina serkirdeyekî El Qesam ragihand
15 îlon, 2026   22:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Îsraîlê ragihand ku serkirdeyê nepenî yê “Yekîneya Çêkirina Leşkerî” ya girêdayî Tûgayên El Qesam ên baskê leşkerî yê Tevgera Hemasê Mihemed Ecor di êrişekê de hat kuştin.

Artêşê daxuyand ku êriş li dijî avahiyekê li kêleka Nexweşxaneya Tibî ya Şîfayê li Şerîda Xezayê hate kirin.

Artêşa Îsraîlê diyar kir ku Ecor di Yekîneya Çêkirina Leşkerî de dixebitî, di vê dawiyê de beşdarî plankirina êrişên li dijî hêzên Îsraîlê û xebata ji nû ve avkirina şiyanên Hemasê bûbû.

(f)