Medyaya Erebî bilindbûna şerê deryayî û şerê berdewam li Filistînê nirxand

Medyaya Erebî li ser zêdebûna şerê li Tengava Hormuzê û Tengava Bab El Mandebê hişyarî dan û bal kişand ser şerê berdewam li Filistînê.

Medyaya Erebî bilindbûna şerê deryayî û şerê berdewam li Filistînê nirxand
12 îlon, 2026   10:06
NAVENA NÛÇEYAN

Gotar û analîzên ku îro di rojname û dezgehên medyayê yên Erebî de hatine weşandin, krîza deryayî ya bi şerê bi Îranê re, bi taybetî Tengava Hormuzê û Tengava Bab El Mandebê û her weha Îsraîl û şerê li Filistînê ve girêdayî ne, nirxandin.

Di vê çarçoveyê de, rojnameya El Quds El Erebî gotarek bi sernavê "Ji Hormuzê heta Bab El Mandebê: Gelo Amerîka ketiye nav Dafkeke Cografîk?" weşand û behsa belavbûna bandorên pevçûnê ji Hormuzê heta Deryaya Sor kir.

Di gotarê de hate gotin ku pêşketinên li Bab El Mandebê ji çarçoveya xwe ya Yemenê derbas dibin û dimenek jeopolîtîk a berfirehtir nîşan didin.

Gotarek din di heman rojnameyê de, bi sernavê "Lîstika Pisîk û Mişk di Şerê Hormuzê de", behsa rastiya pevçûna li dora tengavê û bandorên wê yên siyasî û stratejîk kir.

Di rojnameya El Xelîc de, gotarek bi sernavê "Dema ku Mirovahî di Tengavan de Dijî" behsa girîngiya rêyên deryayî yên ji Deryaya Sor û Bab El Mendebê heta Kendav û Hurmuzê kir û hişyarî da ku astengiyên di navîgasyonê de bandorê li bazirganî, enerjî, veguhastin, sîgorte û zincîrên dabînkirinê dikin. Di gotarê de banga pêşxistina mekanîzmayên herêmî û navneteweyî hate kirin jib o di dema krîzan de geştên deryayî berdewam bikin.

Gotarek bi sernavê "Çawa Dikarin Hûsî Bêne Pirsîn?" ku di El Şerq El Ewset de hate weşandin, bandora berfireh a Hûsiyan li ser Bab El Mendebê nîqaş kir û van pêşketinan bi ewlehiya deryayî ya navneteweyî ve girêda.

Gotarek bi sernavê "Ma Brîtanya Dest bi Derketina Ji Dîrokeke Tarî Kiriye?" behsa kiryarên Brîtanyayê yên derbarê wargehên Îsraîlê de kir û diyar kir ku girîngiya wan ji aliyê aborî wêdetir diçe û digihîje encamên wan ên siyasî.

Di dosyaya Îsraîlê de, rojnameya El Ehram di gotareke bi navê "Adid Îsraîl" de behsa nakokiya li dora reklameke Adidasê kir ku leşkerekî Îsraîlî beşdar bû û rexne û diyar kir ku ev yek vegotina Îsraîlê dide pêş, her wiha El Quds El Erebî gotareke bi navê "Şahidiyek ji Xezayê li ser Şeva Koçberiyê û Vegera bo Kavilan" weşand, ku behsa aliyê mirovî yê şer kir.

(k)

ANHA