Bihabûna sotemeniyê li Girkê Legê kelûpel û kirêya rêyan jî biha kir

Hikumeta veguhêz buhayê sotemeniyê zêde kir, ev gav yekser bandor li sûk û kirêyên rêyan ên li bajarê Girkê Legê kir, kel û pel jî biha bûne.

Bihabûna sotemeniyê li Girkê Legê kelûpel û kirêya rêyan jî biha kir
15 îlon, 2026   09:59
QAMIŞLO
KÎNAN EL SEYID

Bandorên bilindkirina bihayên sotemeniyê bandor li jiyana rojane ya şêniyên herêmê kir, di nav de jî li bajarê Girkê Legê yê herêma Cizîrê. Bilindbûna buhayên mazot û benzînê bandorê li buhayên kel û pelan, kiryar rêyan kiriye û  metirsî hene ku hinek tiştên mayî jî bên buhakirin û barê şêniyan ji yê niha girantir bibe.

Me piştî zêdekirina buhayên sotemeniyê, ji bo naskirina buhayên hejmarek ji cureyên sebze û mêwan li sûka bajarê Girkê Legê geriyan.

Li gorî bazirganên li Girkê Legê domandina bilindkirina buhayên sotemeniyê di vê astê de, dihêle ku buhayê kel û pelan jî zêde bibe, heke buhabûna sotemeniyê di vê astê de bimîne, tişta ku ew dibînin ew ê nêzî ji sedî 15 kel û pel jî biha bibin.

Kirêya çûn û hatinê ya Girkê Legê-Qamişlo berê bi 12 hezar lîreyên Sûriyeyî bû, niha bûye 50 hezar lîreyî. Kirêya taxsiyên xeta hundirîn a bajarê Girkê Legê ji bo kesekî berê bi 5 hezar lîreyî bû, niha bûye 10 hezar lîreyî.

AJOKAR: BIHABÛNA SOTEMENIYÊ ZIRARÊ DIDE ME Û ŞÊNIYAN

Ajokarê bi navê Ebdulkerîm Mihemed dibêje ku lêçûna çûn û hatinekê di nava bajaran de zêde bûye, tenê ji bo çûyîn û hatina carekê ya Girkê Legê-Qamişlo bi kêmanî 550 hezar lîreyan sotemenî tê xerckirin, li kêlek wê lêçûna tamîrkirina seyareyan heye.

Ajokar xeta Dêrik-Qamişlo Menîf Berdê jî da zanîn ku tişta ajokar bi dest dixe têra lêçûna sotemenî, zeyt û tamîrkirina seyareyan nake, ajokar jî welatî ne û beşeke ji van zehmetiyan radike ser milê xwe, lê bihabûna lêçûna xebitandinê wan neçarî zêdekirina kirêya rê dike.

Ajokarê xeta Qamişlo-Girkê Legê Şêro Icê diyar kir ku beriya niha ajokar lêçûna mazotê ji kirêya her kesekê radikir û jê sûd digirt, wê demê kirêya rê ji bo şêniyan jî guncaw bû.

Icê destnîşan kir ku rêjeya herî bilind a kesên ku diçin û tên, a nexweş, xwendekar û karmenda ye, ev dihêle ku bihabûna barê wan girantir bike.

Bandora zêdekirina buhayê sotemeniyê, her ku diçe berfirehtir dibe. Şênî û ajokar daxwaza danîna çareseriyekê ji bo sivikkirina barê şêniyan dike.

(sb)

ANHA