Li Hesekê xwediyên firinan firin venekirin

Li parêzgeha Hesekê xwediyên firinan li hember bihabûna mazotê protesto kir û firin venekirin.

Li Hesekê xwediyên firinan firin venekirin
Li Hesekê xwediyên firinan firin venekirin
Li Hesekê xwediyên firinan firin venekirin
Li Hesekê xwediyên firinan firin venekirin
Li Hesekê xwediyên firinan firin venekirin
Li Hesekê xwediyên firinan firin venekirin
14 îlon, 2026   14:29
HESEKÊ

Xwediyên firinan ên bajarê Hesekê û gundewarên wê ji ber bihabûna mazotê îro protesto kir û firinên xwe venekirin û welatî bê nan man.

Xwediyên firinan got mazot biha bûye û ew hîna bi bihayê berê nan difiroşin, ev yek dê zirarê bide karê wan. Ji ber vê yekê îro firin nexebitîn û ew li bendê ne ku buhayê nan were guhertin.

Li gorî agahiyên nûçegihanê me dane, li bajarê Hesekê 4 firinên giştî, li Til Temirê 2 firin, li Holê 3 firin, li Til Hemîsê 4 firin, li Şedadê 3 firin û 4 firin jî li Til Birakê nexebitîn.

Piştî biryara Komîteya Diyarkirina Buhayê Petrolê lîtreyeke mazot bûye bi 17 hezar û 500 lîreyê Sûriyeyê, buhayê nan jî 4 hezar lîre ye.

(np)

ANHA