Ferhan Hecî Îsa: DAIŞ`ê dixwest şoreşa Kobanê bişikîne

Hevserokê Rêveberiya Kobanê berxwedana gelê herêmê ya li dijî çeteyên DAIŞ'ê bi bîr xist û diyar kir ku berxwedana wan a ji bo avakirina Sûriyeyeke demokratîk dê bi siyaseta demokratîk bidome.

Ferhan Hecî Îsa: DAIŞ`ê dixwest şoreşa Kobanê bişikîne
15 îlon, 2026   11:16
KOBANÊ

Di 15'ê Îlona 2014'an de çeteyên DAIŞ'ê êrişî bajarê Kobanê kir. Çeteyan piraniya bajêr dagir kir, di heman demê de parêzvanên bajêr di kolaneke teng de dorpêçkirî bûn. Hevsengiya hêzê bi berxwedana şervanên berxwedanê veguherî û piştî nêzîkî 134 rojan a berxwedana qehremanî di 26'ê Çileya 2015'an de karîn Kobanê rizgar bikin.

Hevserokê Rêveberiya Kobanê Ferhan Hac Îsa li ser êrişa DAIŞ'ê ya 12 sal berê û encamên berxwedana Kurdan li Kobanê ji ajansa me re axivî.

Hecî Îsa, di salvegera êrişa 2014'an a li ser Kobanê de got êrişkaran dixwest şoreşa wan bişikînin û wiha pê de çû: "Wan dixwestin îradeya ku li Kobanê xwe nîşan da, tevî projeya azadiyê û Sûriyeyek demokratîk, tune bikin. Di 19ê Tîrmehê de, dema ku şoreş li Kobanê dest pê kir, wê hemû rengên wê temsîl kir. Li Kobanê vê gava yekem a şoreşê jiyan da bajêr."

Hec îsa wiha berdewam kir: "DAIŞ pêşî çû Şengalê, dûre jî çû deverên cuda û Kobanê û xwest li Kobanê komkujiyekê bike da ku tevahiya cîhanê bitirsîne.”

Di 1’ê Mijdarê de tevahiya cîhanê piştgiriya Kobanê kir û bi hezaran kes derketin kolanan û daxwaza piştgiriyê ji bo wê kir.

Hec Îsa diyar kir ku yek ji taybetmendiyên gelê Kobaniyê ew e ku wan berxwedan û îrade kirine bingeha têkoşîna xwe û got: "Piştgiriya gelên cîhanê ji bo berxwedana Kobanê îro li Kobanê bi xwe diyar e. Yek ji taybetmendiyên gelê Kobaniyê ew e ku wan berxwedan û îrade kirine bingeha têkoşîna xwe. Niha, ev têkoşîn bi awayekî dîplomatîk û demokratîk tê meşandin."

Ferhan Hec Îsa got: "Ev îrade têk naçe, ji ber vê yekê bila kes xwe nexapîne. Divê hikumeta veguhêz a li Şamê van peymanên ku Mezlûm Ebdî bi hikumeta Şamê re çêkirine, pesend bike ku taybetmendiyên gelê Kobanê, taybetmendiyên herêma Kobanê û taybetmendiyên herêmên Kurdî yên li seranserê Rojava li ber çavan digire. Divê ji vê dîrokê dersan derxe ku hêza gelê Kurd bi rastî têrê dike ku di her kêliyê de berdewam bike û Kurd dê azad bijîn."

(k)

ANHA