Li Koşka Dadweriyê ya Dêrazorê alozî: 5 kes hatin girtin

Li Dêrazorê piştî dadgehkirina kesekî, êrişî karmendên dadgehê hat kirin û tevlihevî li hundirê Koşka Dadweriyê derket. Hêzên Ewlekariya Hundirîn li ser bûyerê 5 kes girtin.

Li Koşka Dadweriyê ya Dêrazorê alozî: 5 kes hatin girtin
15 îlon, 2026   22:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Li Dêrazorê piştî dadgehkirina kesekî, êrişî karmendên dadgehê hat kirin û tevlihevî li hundirê Koşka Dadweriyê derket.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn li ser bûyerê 5 kes girtin û îdia kir ku kesên hatine girtin êrişî karmendên dadgehê û nobetdariyê kir. Ev êriş ji ber dadgehkirina kesekî pêk hat.

(f)