Balafira Amerîkayê li Tedmurê baregehên DAIŞ‘ê bombebaran kirin

Balafireke A-10 a Amerîkayê li bejahiya Tedmur û Suxnayê baregehên DAIŞ‘ê bombebaran kirin.

Balafira Amerîkayê li Tedmurê baregehên DAIŞ‘ê bombebaran kirin
15 îlon, 2026   20:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Balafireke A-10 a Amerîkayê îro bi nizmî li ser bejahiyên Tedmur, Suxne, Cebelî Emûr û Dahikê geriyan. 

Li gorî SOHR‘ê, balafirê baregeha nêzê devera Bîr Fayîz a Suxnayê kir hedef. Agahiyên der barê encamên bombebaranê de nehatin bidestxistin.

Li herêmê gelek şikeftên ku şaneyên DAIŞ‘ê xwe lê vedişartin hene. Agahî hene ku şaneyên DAIŞ‘î hîna li van herêman hene.

(bb)