Li Viyanayê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan çalakî hat lidarxistin

Bi dehan Kurdistanê û dostên wan, li pêşiya Parlamentiya Awistiryayê li hev civiyan û daxwaza bicîhanîna mafê “Hêviyê” ji bo Rêber Abdullah Ocalan kirin.

Li Viyanayê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan çalakî hat lidarxistin
Li Viyanayê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan çalakî hat lidarxistin
Li Viyanayê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan çalakî hat lidarxistin
Li Viyanayê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan çalakî hat lidarxistin
15 îlon, 2026   22:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi dehan Kurdistanî û dostên bi daxwaza bicihanîna yasaya “Mafê Hêviyê” ya ji bo Rêber Abdullah Ocalan û misogeriya azadiya wî ya fîzîkî li pêş avahiya Parlamentoya Awistiryayê çalakiyê li dar xist.

Çalakî bi deqîqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştre endama Tevgera Jinan a Ewropa Nurcan Alagoz axivî û bal kişand ser berxwedana dîrokî ya ku Rêber Abdullah Ocalan li girtîgeha Îmraliyê ji bo azadiya gelê Kurd û bidestxistina aştî û çareseriyek demokratîk ji bo pirsgirêka Kurd nîşan daye.

Nurcan Alagoz diyar kir ku Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a ku ji hêla Rêber Abdullah Ocalan ve hatî destpêkirin, derfetek rastîn ji bo çareserkirina pirsgirêkên li Kurdistan û Tirkiyeyê pêşkêş dike û destnîşan kir ku pêwîst e mafê hêviyê ji Rêber Abdullah Ocalan were dayîn û ew bikaribe rola xwe bilîze û bi awayekî girîngtir beşdarî lezandina pêkanîna Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bibe.

Nurcan Alagoz di dawiya axafitna xwe de got ku gelê Kurd, hem li Kurdistanê hem jî li derveyî welêt, gelek çalakiyan li dar dixe û daxwaza azadiya fizîkî ya Rêber Apo dike.

Çalakî piştî axaftinan, bi dirûşmeyan bi dawî bû.