Rûsyayê êrişî depoyekê kir: 3 kes hatin kuştin

Di êrişa Rûsyayê ya li ser depoyên şîrketeke çandiniyê ya li  Ukraynayê de, 3 kes hatin kuştin û 7 kesên din jî birîndar bûn.

Rûsyayê êrişî depoyekê kir: 3 kes hatin kuştin
14 îlon, 2026   17:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Di êrişa Rûsyayê ya li ser depoyên şîrketeke çandiniyê ya li bajarê Prylukyê yê herêma Chernihivê ya bakurê rojhilatê Ukraynayê de 3 kes hatin kuştin û 7 kesên din jî birîndar bûn.

Polîsên herêmî diyar kir ku ji ber êrişê zirar bi avahiyê bûye, lê cureyê çeka ku hatiye bikaranîn an jî xwediyê depoyê nehat diyarkirin.

Moskovê li ser êrişê tu daxuyanî parve nekir.

(f)