Li Til Temirê ciwanek ji ber teqîna mayînekê birîndar bû

Li gundekî başûrê bajarê Til Temirê ciwanek di encama teqîna mayinekê de birîndar bû.

Li Til Temirê ciwanek ji ber teqîna mayînekê birîndar bû
15 îlon, 2026   18:34
HESEKÊ

Li gorî agahiyên ku nûçegihanê me ji Til Temirê ragihandine, ciwanê bi navê Îmad Ebdurehman Sîno (33) di encama teqîna mayînekê ya bermahiyên şer de birîndar bû.

Îmad Sîno dema li gundê Til Mesasê yê başûrê bajêr perzê xwe li qiraxên çemê Xabûrê diçêrand, mayîn pê de teqiya û ji serî û dest û linkê xwe yê çepê birîndar bû.

Îmad rakirin nexweşxaneya Xabûr a bajarê Til Temirê. Bijîşkan dane zanîn ku ku tililiyên destê rastê jêbûn û lêgerîna bijîşkî didomîne.

(bb)