Zelensky: Di êrişên Rûsyayê de 3 kes hatin kuştin

Zelensky ragihand ku di êrişên hêzên Rûsyayê de li 10 herêmên Ukraynayê 3 kes hatin kuştin û bi dehan kes birîndar bûn.

Zelensky: Di êrişên Rûsyayê de 3 kes hatin kuştin
12 îlon, 2026   17:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky îro diyar kir ku hêzên Rûsyayê êrişî 10 herêmên Ukraynayê kirin, di encamê de 3 kes hatin kuştin û bi dehan kes birîndar bûn, her wiha zirar li avahî û binesaziyan bûn.

Zelensky bi rêya Telegramê got li bajarê Zaporizhzhia yê başûrê rojhilat welat 2 kes  û li bajarê Kryvyi Rihhatiye jî kesekî din hatin kuştin.

(f)