`Mafê me ye ku em bi zimanê xwe bixwînin`

Xwendekar û malbatên wan got ew biryara Wezareta Perwerdeyê red dikin, zimanê kurdî mafekî wan ê çandî û perwerdeyê ye.

`Mafê me ye ku em bi zimanê xwe bixwînin`
`Mafê me ye ku em bi zimanê xwe bixwînin`
`Mafê me ye ku em bi zimanê xwe bixwînin`
`Mafê me ye ku em bi zimanê xwe bixwînin`
16 îlon, 2026   02:35
HESEKÊ
HENAR ÎBRAHÎM

6`ê Îlonê xwendekarên Kurd li hember biryara Wezareta Perwerdeyê helwesta xwe diyar kir û heyanî niha çalakiyên wan berdewam dikin. 

Lavîn Ebid El Hemîd got: "Perwerdeya bi zimanê dayikê mafê hemû gelan e, daxwaza xwendekarên Kurd ku bi zimanê xwe bixwînin, ne li dijî mafên pêkhateyên dîtir e ku bi zimanê dayika xwe bixwînin. Em sînordarkirina zimanê kurdî bi 3 saetan qebûl nakin."

Mihemed Kermo Hayder jî got: "Ji mafê me ye ku em daxwaz bikin bi zimanê kurdî bixwînin. Bi hezaran şehîdan canê xwe feda kir da ku em bikarin bi zimanê xwe yê dayikê bixwînin. Em ji hikumeta veguhêz daxwaz dikin ku li biryara xwe vegere û vê biryarê rawestîne, xwendekaran zêdetirî 12 salan bi zimanê xwe yê dayikê xwend û îro wan neçar dikin ku bi zimanê erebî xwendina xwe berdewam bikin. Em vê yekê qebûl nakin, em ji zimanê erebî ne aciz in lê ji mafê xwendekaran e ku bi zimanê xwe bixwînin."

(np)

ANHA