Putin û Trump li ser bidawîanîna şerê Ukraynayê nîqaş kirin

Putin û Trump di pêwendiyeke telefonî de li ser rêbazên bidawîanîna şerê Ukraynayê nîqaş kirin.

Putin û Trump li ser bidawîanîna şerê Ukraynayê nîqaş kirin
8 îlon, 2026   20:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî civînên nûnerê Amerîkayê Steve Witkopf û Jared Kushner ku li Moskov û Kîevê pêk anîn, serokê Rûsyayê Vladimir Putin û serokê DYA‘yê Donald Trump îro bi rêya telefonê axivîn.  Hate ragihandin ku her du serokan rêbazên bidawîanîna şerê li Ukraynayê nîqaş kirin.

Şêwirmendê serokê Rûsyayê Yuri Ushakov got, peywendî saetekê dom kir û "pir avaker û eşkere" bi nav kir. Her wiha anî ziman ku ku her du serokan li ser encamên civînên Witkoof û Kushner ên bi rayedarên Rûs û Ukraynayê re nêrînên xwe parve kirin.

Ushakov destnîşan kir ku Putin ji Trump re ragihand ku Rûsya li hember Ewropayê tu dijminatiyê nagire û da zanîn ku tu planên dijminane" yê Moskovê li hember welatên Ewropayê tune ne.

Li gorî Ushakov, Trump xwest şerê Ukraynayê bi lez bi bi dawî bibe. Ushakov anî ziman ku her du aliyan destnîşan kir ku îhtîmal heye  piştî şer rêyên têkiliyên Moskov û Washingtonê vebin.

(bb)