Li Şamê di teqînekê de kesek mir

Li gundewarê Şamê di encama teqîna bermahiyeke şer a li hundirê nuqteyekê de kesek mir û yek jî birîndar bû.

Li Şamê di teqînekê de kesek mir
15 îlon, 2026   21:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Li bajarokê Nasiriyê yê gundewarê Şamê, di hundirê navendeke leşkerî ya terikanî de mayînek a bermahiyên şer teqiya, di encamê de kesek mir û yek jî birîndar bû.

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovn a Sûriyeyê (SOHR), li ser rêya Hacola ya di navbera bajarokên Nasiriyê û Nebkê de bermahiyek di navendeke leşkerî ya terikandî de teqiya, kesek mir û yek jî birîndar bû.

SOHR’ê diyar kir ku ji destpêka 2026’an ve 150 mêr, 94 zarok û 10 jin ji ber teqînên bi bermahiyên şer, jiyana xwe ji dest dane û 395 kes birîndar bûne.

(f)