Heyva Sor a Îranê: herî kêm 787 kes hatine kuştin

Heyva Sor a Îranê eşkere kir ku ji dema destpêkirina êrişên Amerîka-Îsraîlê û vir ve li welêt herî kêm 787 kesî jiyana xwe ji dest dane.

Heyva Sor a Îranê: herî kêm 787 kes hatine kuştin
3 adar, 2026   14:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Îsraîlê ragihand ku di operasyonên şeva Duşemê de “Navendên lîderiya rejîmê hatin bombekirin û ji hev hatin xistin.”

Li gorî daxuyaniyê, balafirên şer ên Îsraîlê ofîsên Serokkomariyê û avahiya Konseya Ewlekariyê ya Neteweyî ya Bilind a bi serokatiya Alî Larîcanî ku di dilê navenda rêveberiya siyasî ya Îranê de ne, bombebaran kirine. Li ser xisara ku ji ber êrişan rû da agahî nehate parvekirin.

Heyva Sor a Îranê eşkere kir ku ji dema destpêkirina êrişên Amerîka-Îsraîlê û vir ve li welêt herî kêm 787 kesî jiyana xwe ji dest dane. Li gorî daxuyaniyê 153 navçe bûn hedef, 504 nuqte hatin bombebarankirin û bi giştî 1.039 êriş hatin kirin. Hate ragihandin ku ev dane xwe dispêrin raporên tîmên li qadê.