Wêneyên jinên têkoşer hatin xêzkirin

Şaredariya Gel a bajarê Qamişlo û gurûpa Orkêd bi boneya Roja Cîhanî ya Jin (8`ê Adarê) wêneyên jinên navdar xêz kirin.

Wêneyên jinên têkoşer hatin xêzkirin
Wêneyên jinên têkoşer hatin xêzkirin
Wêneyên jinên têkoşer hatin xêzkirin
Wêneyên jinên têkoşer hatin xêzkirin
Wêneyên jinên têkoşer hatin xêzkirin
Wêneyên jinên têkoşer hatin xêzkirin
Wêneyên jinên têkoşer hatin xêzkirin
Wêneyên jinên têkoşer hatin xêzkirin
Wêneyên jinên têkoşer hatin xêzkirin
Wêneyên jinên têkoşer hatin xêzkirin
3 adar, 2026   14:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Di çarçevêya çalakiyên bi boneya Roja Cîhanî ya Jin (8`ê Adarê) Şaredariya Gel a bajarê Qamişlo bi alîkariya gurûpa Orkêd li stada Şehîdên 12`ê Adarê wêneyên jinên navdar û têkoşer xêz kirin. 

Wêneyên jinên di dîroka jinê de têkoşîn kirine Roza Lûksembûrg, Sakîne Cansiz, Leyla Qasim, Jîna Emînî û Simon de Bouvar bi boneya 8`ê Adarê xêz kirin.

Hevseroka Şaredariya Gel a bajarê Qamişlo Bêrîvan Omer diyar kir ku ew bi riya xêzkirina wêneyên jinên têkoşer dixwazin bibêjin ku têkoşîna jin sînoran derbas dike û 8`ê Adarê her sal vejînkirina nirxên azadî û edaletê ye.

Piştî ku wêne ji aliyê koma Orkêd ve hatin xêzkirin endamên jin ên Şaredariyê gul li ser hemû jinên li stada Şehîdên 12`ê Adarê û derdora wê belav kirin.