‘Jin, Jiyan, Azadî alternatîfa pergalên sedsala 21’an e’

Endama Kongra Star Emîna Osê li ser bandora serhildan û dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî” axivî û got “Bê guman felsefeya Jin jiyan Azadî felsefeyeke alternatîfa pergalên sedsala 21’an e; pergaleke ku jin xwe tê de azad bibîne, xwe wek faktoreke esasî ya jiyanê bibîne.”

‘Jin, Jiyan, Azadî alternatîfa pergalên sedsala 21’an e’
16 îlon, 2026   06:25
QAMIŞLO

Em dikevin 4’emîn salvegera serhildana “Jin, Jiyan, Azadî” ya li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê. Lê ev serhildan û dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî” bi Rojhilat û Îranê ve sînordar nemaye. Îro li tevahî cîhanê bûye dirûşma daxwaz û qîrîna azadîxwaziya jinan. 

Li Rojavayê Kurdistanê jî bûye yekane dirûşma tevgerên jinan û roj bi roj bilindtir dibe. Li ser bandora serhildan û dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî”, belavbûna wê li cîhanê û bingeha feslefeya wê, endama Kmîteya Têkiliyên Dîplomatîk a Kongra Star Emîna Osê ji ajansa me re axivî.

Emîna Osê bi boneya salvegera Serhildana Jin, Jiyan, Azadî tevahî jinên ku tê koşiyane û tê dikoşin, silav kirin û wiha axivî: “Bê guman felsefeya Jin Jiyan Azadî felsefeyeke alternatîfa pergalên sedsala 21’an e; pergaleke ku jin xwe tê de azad bibîne, xwe wek faktoreke esasî ya jiyanê bibîne. Hem cihê xwe hem rola xwe hem jî berhemên ku dikare bide û di jiyanê de guhertinê çêke. Jinan bi felsefeyeke wiha serî rakir. Heta niha jî raperîna di bin dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî” de ku li Rojhilatê Kurdistanê xuya bû, bû xwesteka tevahî jinên cîhanê. Li hemberî pergalên ku nahêlin jin rola xwe di jiyanê de bibînin, derket holê û xîtabî tevahî jinan kir. Ne tenê bi Rojhilat re sînordar ma, bandor li tevahî jinan kir.”

‘PERGALÊN STATUKOPEREST BI OLPERESTÎ Û NETEWEPERESTIYÊ ÊRIŞÎ JINAN DIKIN’

Emîna Osê tirsa pergalên desthilatdariyê ya li hemberî serhildanên “Jin, Jiyan, Azadî” û têkoşîna jinan wiha nirxand: “Vê serhildanê nîşan da ku pergalên statukoperest çi bi navê olê, çi bi navê neteweyî, çi qas ji vê felsefeyê ditirsin. Ji bo desthilata xwe ya li ser nirxê jinê ava kirine biparêzin, bi awayek hovane êriş kirin. Gelek rêbazên weke bi navê hiqûqî, siyasî, aborî, êşkencekirin, darvekirin, revandin û qirkirinê bi kar anîn û îro jî didomînin. Xwestin bi vê çav û vîna jinê bişkînin. Ev li parçeyên din ê Kurdistanê jî tê meşandin. Li Sûriyeyê jî ev bi destê hikumeta veguhêz a Şamê tê kirin. Hewl didin jinê ji tevahî qadên jiyanê dûr bihêlin. Li Bakûrê Kurdistanê û Başûr jî bi rêbazên din dimeşînin.”

‘HEWLDANÊN JINÊN CÎHANÊ MAYÎNDE NEBÛN’

Emîna Osê jinên cîhanê û tevgerên jinan rexne kirin û wiha got: “Li hemberî van siyasetan li ser mîrateya bi hezaran jinên şehîd ku ji bo vê felsefeyê tê koşiyane, bi israr têkoşînek tê meşandin. Ew jî guhertinekê di rêbaza têkoşînê de çêdike. Jinên Kurd li dora vê felsefeyê kom bûn, mixabin her çendî jinên cîhanê bi şêweyekî tê koşiyan û çalakî kirin jî lê ev hewldan ne mayînde bûn. Veneguherîn hewldanên ku zextên qanûnî û siyasî çêkin.”

‘YEKPARIYA TÊKOŞÎNÊ PÊWÎST E’

Emîna Osê bal kişand ser girîngiya yekparebûna têkoşîna tevahî jinên cîhanê û gotinên xwe wiha bi dawî kirin: “Em wek jinên Kurd doza jinan yek doz dibînin. Divê jinên cîhanê jî doza jinê yek doz bibînin. Rengê me, netewa me, nasnameya me çi dibe bila bibe, ev tevahî dozek e, li Rojhilata Navîn û cîhanê pêwîst e çareseriyeke bingehîn bibîne. Ev jî bi guhertina pergalên heyî ye. Em wek Kongra Star jî destkeftiyên ku me bi dest xistine, tenê ji bo jinên Rojava nabînin. Em her tim wek destkeftiyên ku di dîroka jinan de bêne tomarkirin, jin li ser vê mîrateya jinên Kurd ava kirine bê tomarkirin, dibînin. Li ser vê tevahî jin pêşeroja xwe li ser bibînin. Divê piştgirî û yekitiya jinan hebe ku bikarin li hember van sîsteman tê bikoşin. Bi rihê “Jin, Jiyan, Azadî” li ser pêyan bin.”  

(bî)

ANHA