Mazlûm Ebdî bi malbatên girtî, windahî û şehîdan re hevdîtin pêk anî

Mazlûm Ebdî ji bo şopandina rewşa girtî û windahiyan, bi hejmareke malbatên girtî, winda û şehîdan re hevdîtinek pêk anî.

Mazlûm Ebdî bi malbatên girtî, windahî û şehîdan re hevdîtin pêk anî
Mazlûm Ebdî bi malbatên girtî, windahî û şehîdan re hevdîtin pêk anî
Mazlûm Ebdî bi malbatên girtî, windahî û şehîdan re hevdîtin pêk anî
Mazlûm Ebdî bi malbatên girtî, windahî û şehîdan re hevdîtin pêk anî
15 îlon, 2026   14:38
KOBANÊ

Di çarçoveya gera li bajarê Kobanê de îro şêwirmendê serokkomariya Sûriyeyê Mazlûm Ebdî bi hejmareke malbatên girtî, windayî û şehîdan re hevdîtinek pêk anî.

Di hevdîtinê de Ebdî behsa geşedanên dawîn û dan û standinên têkildarî rewşa girtiyan ên bi hikumeta veguhêz re kir. Ebdî diyar kir ku dosyaya girtî û windahiyan bi awayekî yekser ji hêla serokkomariyê ve tê şopandin.

Malbatan jî di hevdîtinê de zehmetî û daxwazên xwe anîn ziman û destnîşan kir ku divê bi lez aqûbeta zarokên wan bê diyarkirin û edalet ji bo wan were pêkanîn.

(sb)

ANHA