Axios: Artêşa Amerîkayê 2 keştî li Hurmuzê rûxandin

Axios’ê ragihand ku artêşa Amerîkayê 2 keştiyên Îranê li Tengava Hurmuzê rûxandin.

Axios: Artêşa Amerîkayê 2 keştî li Hurmuzê rûxandin
15 îlon, 2026   19:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Malpera Axios’ê îro ragihand ku piştî Artêşa Pasdaran hewl da keştiyeke bêmirov a Amerîkayê ku dewriye li Hurmuzê pêk dianî desteser bike, artêşa Amerîkayê 2 keştiyên wê li Tengava Hurmuzê rûxandin.

Malperê ku agahiyên xwe dispêre rayedarên Amerîkayê diyar kir ku hêzên Amerîkayê hewldana desteserkirinê berî ku dronek 2 mûşekan biavêje keştiyan, wan îmha bike û piraniya kesên di nav de kuştine, tespît kir.

Berdevkê Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) Kaptan Tim Hawkins ragihand ku hewldana desteserkirinê hat kirin û diyar kir ku keştiyên Îranê hewl da ku keştiya bêmirov kontrol bikin lê piştî bersiveke tund a Amerîkayê bi ser neketin.

Medyaya Îranê ragihand ku 2 keştiyên masîgiriyê li peravên bajarê Kargan, nêzîkî Girava Larak li Parêzgeha Hurmuzganê, hatine xistin. Rayedarekî Îranî diyar kir ku çend masîgir winda ne û xebatên lêgerînê berdewam dikin.

Ev pevçûn di demekê de tê ku Amerîka û welatên Kendavê hewlên xwe ji bo ewlekirina trafîka deryayî li Tengava Hurmuzê di demekê de ku aloziyên herêmî berdewam in, zêde dikin.

(f)