ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 16-09-2026

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 16-09-2026
16 îlon, 2026   02:00

Xwendekar û malbatên wan got ew biryara Wezareta Perwerdeyê red dikin, zimanê kurdî mafekî wan ê çandî û perwerdeyê ye. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Endama Kongra Star Emîna Osê li ser bandora serhildan û dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî” axivî û got “Bê guman felsefeya Jin jiyan Azadî felsefeyeke alternatîfa pergalên sedsala 21’an e; pergaleke ku jin xwe tê de azad bibîne, xwe wek faktoreke esasî ya jiyanê bibîne.” (BI WÊNE Û DÎMEN)

Xebatên zîftkirin û sererastkirina kolanên bajarê Til Temirê didomin. Heta niha ji sedî 90’ê xebat pêk hatiye. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Kongreya Îslama Demokratîk semînrekê li ser pêkvejiya olî li mizgefta Şilah a bajarê Qamişloyê dide, saet 10.00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Çalakiya kon a xelkê bajarê Dêrikê ya bi daxwaza mafê perwerdeya bi zimanê Kurdî û naskirina ziman di destûra Sûriyeyê de di roja 7‘emîn de dewam dike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) bi boneya salvegera damezirandina xwe civînekê li Çiyayê Kezwan li dar dixe, saet 11.00‘an  Bi heman armancê çalakiyek li navenda Çand û Hunerê ya Aram Tîgiran a bajarokê Rimêlanê tê lidarxistin, saet 18.00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Bi armanca redkirina biryara Wezareta Perwerdeyê ya sînordarkirina perwerdeya bi zimanê kurdî konê çalakiyê li pêşiya avahiya Komîseriya Kar û Barên Penaberan a NY‘yê ya li bajarê Qamişloyê tê vedan, saet 09.00‘an. Meclisa TEV-DEM‘ê ya bajarê Dirbêsiyê jî daxuyaniyekê dide, saet 12.00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN)