Fuad Hisên: Ji bo tunekirina DAIŞ`ê hevkariyeke navneteweyî divê

Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Fuad Hisên anî ziman ku welatê wî têkildarî gefên zêde yên DAIŞˋê bi fikar e û der barê çawaniya dan û standina rêveberiya Amerîkayê bi pêşdeçûnên li herêmê re metirsî hene.

Fuad Hisên: Ji bo tunekirina DAIŞ`ê hevkariyeke navneteweyî divê
30 ÇILE, 2025   21:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Fuad Hisên ji Sky News`ê re axivî û got: "Ji bo rûbirûbûna gefên zêde yên çeteyên DAIŞˋê pêdiviya Iraqê bi hevkariyeke navneteweyî heye. Li aliyekî din jî metirsiyên me ji bo çawaniya dan û standina rêveberiya nû ya Amerîkayê bi dan û standinên li herêmê re hene."

Hisên anî ziman ku têkildarî hebûna Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) li Iraqê û pêşxistina têkiliyan dan û standin hene û di heman demê de diyar kir ku hikumta Iraqê hewl dide ku biryara ewlehî û leşkerî di destê wê de be.

Fuad Hisên bal kişand ser rewşa li Sûriyeyê û got istiqrara Sûriyeyê, rasterast bandor li ewlehiya Iraqê dike û da zanîn ku ji 10 hezar heta 12 hezar çeteyên DAIŞ`ê di girtîgehên QSD`ê de hene û ew li ser ewlehiya Iraqê xetere ne, lewma divê ji bo tunekirina wan hevkariyeke navneteweyî li ser sînorên hevbeş hebe.

(şx/fr)