Ji bo çêregeh û avê xwediyên hêştiran diçin gola Xatûniyê

Ji ber barîna kêm a baranê, xwediyên hêştiran ên bajarê Holê ji bo çêrgeh û avê peyda bikin berê xwe didin gola Xatûniyê.

Ji bo çêregeh û avê xwediyên hêştiran diçin gola Xatûniyê
Ji bo çêregeh û avê xwediyên hêştiran diçin gola Xatûniyê
Ji bo çêregeh û avê xwediyên hêştiran diçin gola Xatûniyê
Ji bo çêregeh û avê xwediyên hêştiran diçin gola Xatûniyê
Ji bo çêregeh û avê xwediyên hêştiran diçin gola Xatûniyê
Ji bo çêregeh û avê xwediyên hêştiran diçin gola Xatûniyê
Ji bo çêregeh û avê xwediyên hêştiran diçin gola Xatûniyê
31 ÇILE, 2025   06:20
HESEKÊ
ELÎ SULTAN

Xwedîkirina hêştiran li bajarê Holê mîraseyek e. Beşeke ji urf û adetên niştecihên Holê ye, Nemaze qebîleyên Ereb ên ku ji berê ve debara xwe bi hêştiran dikin.

Îsal baran kêm bariya, ji ber wê xwediyên hêştiran rûbirûyî zehmetiyan in. Ji bo ku çêrgeh û avê peyda bikin, xwediyên hêştiran berê xwe didin gola Xatûniyê ku bi rûberên xwe yên berfireh û ava pir, tê naskirin.

KOÇBERIYA MEWSIMÎ YA XWEDIYÊN HÊŞTIRAN

Ji ber nebarîna baranê, xwediyên hêştiran neçar dimînin li çêrgeh û mêrgehan bigerin. Lewma di her mewsimekê de ji bo peydarkirina avê û çêrgehê koçberî herêmên din dibin.

Xwediyê hêştiran ê bi navê Mahir Tamir got: "Pêwîstiya hêştir bi rûberên berfireh heye, ji bo ku têr biçêre. Ji ber hişksaliyê me berê xwe da gola Xatûniyê ku lê çêrgehên berfireh hene."

GOLA XATÛNIYÊ DI HIŞKASLIYÊ DE STARGEHA XWEZAYÎ YA HÊŞTIRAN E

Gola Xatûniyê yek ji herêmên bejahî yên Holê ye. Lê miqadareke mezin a avê peyda dibe. Rûberên wê berfireh in ku hêştir dikarin bi hêsanî lê biçêrin.

Ji bo xwediyên hêştiran, herêma golê barê wan a madî sivik dike, nemaze ku êm biha ye. Li şûna ku êm bikirin, li çêrgehên xwezayî hêştiran diçêrînin.

HIŞKSALÎ Û ZEHMETIYÊN XWEDIYÊN HÊŞTIRAN

Ji taybetmendiyên hêştiran ew e ku dikarin rewşên hewayî yên dijwar tehemûl bikin. Lê hişksalî û nebûna jêderên avê, xwedîkirina hêştiran zehmettir dike. Xwediyên hêştiran nikarin êmên xwezayî peyda bikin û ji ber firehbûna çandiniyê çêrgeh jî sînordar bûne.

HÊŞTIR SEMBOLA ÇANDÎ Û HEVGIRTINA DI BELAYAN DE

Tevî ku zehmetî gelek in, lê hêştir beşeke çanda herêmê re. Şêniyên wê bi hêştiran diçin û tên, şîr û goştê wan bi kar tînin. Pêşbirkên hêştiran jî hene. Xwediyên hêştiran destnîşan dikin ku ji bo peydakirina pêdiviyên bingehîn digel hişksaliyê, çûyîna gola Xatûniyê pêwîst e.

(şx/fr)

ANHA