Di êrişa çekdarî ya li ser rêya Şam-Siweydayê de 5 Siweydayî birîndar bûn

Di êrişa çekdaran li dijî wesayîtên veguhastinê li ser rêya Siweyda-Şamê de 5 welatiyên ji xelkê bajarê Siweydayê yê Sûriyeyê birîndar bûn.

Di êrişa çekdarî ya li ser rêya Şam-Siweydayê de 5 Siweydayî birîndar bûn
30 ÇILE, 2025   21:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Li herêma Metele yê gundewarê Şamê li ser rêya ber bi Siweydayê ve wesayîtên veguhastinê ji hêla çekdaran ve hatin hedefgirtin.

Li gorî şahidan, di encama êrişê de 5 welatî birîndar bûn û rakirina nexweşxaneyên Ceremana û Şamê.

Li gorî detayên nexweşxaneyan navên birîndaran wiha ne; Kerîm Erkan Esed, Mahir Wail Qerdab, Qemer Fuad Fehed, Zêd Yezen Hamid û Fîda Mursil Zehredîn.

(fr)

ANHA