Fransa pêşdeçûnên dawî yên li kampa Holê dişopîne

Fransayê diyar kir ku ew bi fikar pêşdeçûnên ewlehiyê yên li kampa El Holê dişopîne. Di kampê de malbatên çeteyên DAIŞˊê di nav de malbatên biyanî hebûn. Fransa û destnîşan kir ku tu agahî der barê gengaziya reva malbatên DAIŞˊê yên ji hemwelatiyên Fransayî nîn in.

Fransa pêşdeçûnên dawî yên li kampa Holê dişopîne
27 sibat, 2026   16:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Derve ya Fransayê diyar kir ku piştî revên girseyî ji kampê di hefteyên dawî de, tu hemwelatiyên Fransayî ji kampa Holê, ku malbatên çeteyên DAIŞê, di nav de biyanî, Sûriyeyî û Iraqî, li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dihewîne, nereviyane.

Berdevkê Wezareta Derve Pascal Confavreau ji AFPˊê re got  "li gorî agahiyên berdest, tu hemwelatiyên Fransayî ji kampa Hokê nereviyane " û destnîşan kir ku ev pêşketin piştî vekişîna Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ji kampê di dawiya Çileyê de çêbûne.

Berdevk da zanîn ku Parîs bi fikar pêşketinên ewlehiyê yên li kampê dişopîne û anî ziman ku Wezîrê Derve yê Fransayê Jean-Noël Barrot van fikaran bi hempîşeyê xwe yê Sûriyeyî Esed El Şêbanî re di civîna wan a piştî Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê de nîqaş kiriye. Ev helwesta Fransayê di demekê de ku fikarên navneteweyî yên li ser bandorên her xirabûna ewlehiyê di nav kampê de zêde dibin, ku bi hezaran jin û zarokên ji gelek neteweyan tê de ne û hişyariyên li ser dubarebûna çalakiyên çeteyên DAIŞê li herêmê hene, pêk tê.

(fr)