Li Dêrazorê êrişa bi bombeyan; ciwanek hat kuştin

Li bajarê Dêrazorê ji ber nakokiyên ku veguherî êrişa bombeyan ciwanek hate kuştin û 2 kes jî birîndar bûn.

Li Dêrazorê êrişa bi bombeyan; ciwanek hat kuştin
27 sibat, 2026   16:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku ji ber nakokiyan li sûka El Cebîle ya bajarê Dêrazorê ciwanek hate kuştin û 2 kes bi awayekî giran birîndar bûn.

Li gorî SOHRˊê nakokî di navbera 2 kesan de derket ku paşê veguherî şerê bi bombeyên destan, di encamê de kuştî û birîndar çêbûn û tirs di nava şêniyan derket.

Ev bûyer di çarçoveya bûyerên nakokî û belavbûna çekan û tevlîheviya ewlehiyê de tê.

(ac/fr)

ANHA