Rejîma Îranê 10 sal cezayê girtîgehê li 2 xwişkan birî

Xwişkên bi navên Sagar û Gazel Qudrat ên li Girtîgeha Adilabad a Şîrazê tên girtin, bi îdiaya ‘lîdertiya xwepêşandanan’ ji bo her yek ji wan 5 sal cezayê girtîgehê hate dayîn.

Rejîma Îranê 10 sal cezayê girtîgehê li 2 xwişkan birî
27 sibat, 2026   15:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Li Îranê, bi taybetî piştî xwepêşandanên meha Çileyê, zextên darazê yên li dijî parêzvanên mafên mirovan didomin.

Sagar Qudrat a 25 salî û Gazel Qudrat a 29 salî yên ji Şîrazê ku li Girtîgeha Adilabad a Şîrazê tên girtin, bi sûcdariya ‘lîdertiya xwepêşandanan’ her yek mehkûmî 5 sal cezayê girtîgehê hatin kirin. Hat ragihandin ku her du xwişk jî ji dîroka hatine girtin ve heta niha ji mafên xwe yên bingehîn ên mîna gihaştina parêzeran bê par in.

Sagar Qudrat û Gazel Qudrat, di xwepêşandanên giştî yên 9’ê Çileya 2026’an de ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatibûn destgîrkirin û piştre sewqî Girtîgeha Adilabad a Şîrazê hatibûn kirin.