Li Kobanê şevbuhêrka xwedîderketina li ziman

Peymangeha Vejîn ya hunerê ya li Kobanê û Tevgera çand û Hunerê ya Baqî Xido di çarçoveya çalakiyên xwedîderketina li zimanê Kurdî de  şevbuhêrka hunerî ya 6’emîn li dar xist.

8 cotmeh, 2026   18:53
KOBANÊ

Peymangeha Vejîn ya hunerê bi alîkariya Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido ya bajarê Kobanê di çarçoveya çalakiya xwedîderketina li zimanê Kurdî de îro şevbuhêrka hunerî ya 6`emîn li dar xist.

Şevbuhêrk bi dirûşma "Zimanê me awaza jiyanê ye" li navenda Baqî Xido hat lidarxistin. Hejmarek xwendekar, malbatên wan, endamên navenda Baqî Xido, nûnerên saziyên civaka sivîl, hunermend, rewşenbîr û hezkiriyên hunerê beşdar bûn.

Şevbuhêrk bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Paşê ji rêveberên Peymangeha Vejînê Hisên Xanî axivî.

Hisên Xanî piştî bixêrhatina beşdaran kir destnîşan kir ku mafên zarokên wan e ku li ser mîrat, çand û stranên kurdî mezin bikin, fêrî hunera kurdî bibin da ku pêşeroja zimanê wan misoger bibe.

Xanî di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser mafên rewa yên gelê Kurd û wiha anî ziman: "Zimanê kurdî nasname û rûmeta me ye. Mafê me yê herî bingehîn e ku em bi zimanê xwe pîrozbahiyan çêbikin û bi çanda xwe bijîn û biparêzin."

Hevseroka Navenda Baqî Xido Mêrxana Îsmaîl jî got: "Zimanê me hebûn û nasnameya me ye. Mafê me yê bingehîne em li ser ziman û wek çandeke dîrokî ya Kurdî û bi stranên zimanê xwe şahî û şevbuhêrkên xwe li darxin."

Di bernameya şevbuhêrkê de koma Vejîn,koma Zarok û Ciwanên Vejîn, koma Kulîlkên Vejîn, Koma Keç û Xortên Vejînê hunerên xwe pêşkêş kirin.

(so/bb)

ANHA