Di êrişa Rûsyayê de zarokek hat qetilkirin

Hate ragihandin ku di êrişên Rûsyayê yên li ser Ukraynayê de zarokek hat qetilkirin û 12 kes birîndar bûne. Hate zanîn ku li herêma rojhilatê welat jî kehrebe qut bûye.

Di êrişa Rûsyayê de zarokek hat qetilkirin
10 cotmeh, 2025   10:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Rayedarên herêma Zaporizhia ya li navenda Ukraynayê ragihand ku şeva borî di êrişa hêzên Rûsyayê de zarokek hatiye kuştin û 3 kes kes birîndar bûne. Rayedaran diyar kir ku li Kîevê jî di bombebarankirina avahiyekê de 9 kes birîndar bûne.

Wezareta Enerjiyê ya Ukraynayê bi daxuyaniyekê diyar kir ku hêzên Rûsyayê êrişên dijwar li ser tesîsên enerjiyê yên Ukraynayê pêk tînin, di encamê de zirar li hejmarek tesîsên girîng ên welêt bûne.

Şaredarê Kîevê Vitali Klitschko bi rêya Telegramê got aliyê rojhilat ê paytextê bê elektrîk e û di tora avê de jî pirsgirêk hene.

Şaredar daxuyand ku seferên metroyê li rojhilatê Çemê Dnieper heya demeke nediyar hatine rawestandin.

Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky jî got êrişên Rûsyayê zexteke girîng li ser sektora gazê ya Ukraynayê dikin û dibe ku Kîev hawirdekirina enerjiya xwe zêde bike.

(bb)