Li kampa Newroz 225 paketên xurekê û lîstokên zarokan hatin belavkirin

220 paketên xwarinê û lîstikên zarokan li 220 malbatên koçber ên li kampa Newroz a Dêrikê hatin belavkirin.

Li kampa Newroz 225 paketên xurekê û lîstokên zarokan hatin belavkirin
19 sibat, 2026   15:54
QAMIŞLO

Kampanyayên belavkirina alîkariyan li koçberên ji Tebqa, Reqa, Heleb û Efrînê yên li herêma Cizîrê dewam dikin.

Di vê çarçoveyê de 220 paketên xurekê û lîstokên zarokan li 220 malbatên nû li kampa Newroz a bajarê Dêrikê bi cih bûne, hatin belavkirin

Alîkarî ji aliyê lîstikvanê berê yê Amed Spor Deniz Nakî, siyasetmedarê alman Tobias Hoch û, neviyê Qazî Mihemed Kawa Elî ve hatine şandin, bi hemahengiya Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Dêrikê hatin belavkirin.

(bb)

ANHA