Esed: Daxuyaniyên berpirsên Tirkan ne rast in

Beşar Esed got: "Em dev ji mafekî xwe bernadin. Daxuyaniyên berpirsên Tirkan tu têkiliya xwe bi rastiyê nîn in."

Esed: Daxuyaniyên berpirsên Tirkan ne rast in
25 tebax, 2024   17:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Beşar Esed di xîtaba xwe ya li Meclisa Nûneran de got: "Rewşa li cîhanê giştî krîz e. Bandorên wê li ser me dike û divê em bi awayekî lez bixebitin ku çareser bikin. Li gorî wê em bi însiyatîfên girêdayî têkiliya bi Tirkiyeyê re dan û standinê dikin. Rûsya, Îran û Iraq wan însiyatîfan pêşkêş dikin."

Beşar Esed xîtabî dewleta Tirk a dagirker kir û anî ziman: "Me devereke cîran jî dagir nekiriye ku em vekişin. Me destek neda terorê ku em destekdayînê bisekinin. Çareserî lihevkirin e û diyarkirina xalên nelihevkirinê ne. Pêdiviya vegerandina têkiliyan destpêkê bi rakirina sedemên hiştine werin têkbirin. Em dev ji mafekî xwe berandin."

Esed diyar kir ku pêdiviya her xebateke dan û standinê bi lêvegerekê heye ku bi ser bikeve. Yek ji sedemên nehiştiye di hevdîtinên berê de encamên pêk bên, nebûna lêvegerê ye. Sûriye her tim bang dike ku divê dewleta Tirk ji xaka dagir kirine vekişe û piştgiriyê nede terorê.

Esed destnîşan kir ku qonaxa heyî qonaxa bingeh û rêgezan e. Ji ber serketina wan dê bi xwe re serketinê bîne. Daxuyaniyên berpirsên Tirkan jî tu bingehên xwe nîn in. Pîvana Sûriyeyê serwerî ye.

(fr)