6 firoşkarên hişbirê li Minbicê hatin girtin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 6 firoşkarên hişbirê li kantona Minbicê hatin girtin.

6 firoşkarên hişbirê li Minbicê hatin girtin
6 firoşkarên hişbirê li Minbicê hatin girtin
6 firoşkarên hişbirê li Minbicê hatin girtin
25 tebax, 2024   17:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser malpera xwe ya fermî aşkera kir ku 6 firoşkarên hişbirê girtin.

Li gorî navendê, piştî xebatên lêkolînê li ser kesên dermanên tibî yên narkotîkê bêyî raçetên tibî difiroşin, Hêzên Têkoşîna Dijî Hişbirê bi hevkariya bi Dozgeriya Giştî re di 12ˊê Tebaxê de kemînek danî. Di kemînê de 6 kes hatin girtin, her wiha li gel wan 4 hezar û 610 hebên hişbirê yên ji cureyên cuda, 72 derziyên hişbirê, 2 gram ji Crystalê û alavên bikaranînê hatin dîtin û desteser kirin.

(fr)