Rojnameya El Ereb a Londonê: Balafir û dronên Tirkiyeyê bi petrola Kurdan difirin

Rojnameya El Ereb a Londonê di raporeke xwe de bal kişand ser hedefgirtina herdu rojnamevanan Hêro Behadîn û Gulistan Tara ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve û destnîşan kir ku balafir û dronên dewleta Tirk a dagirker bi petrola Kurdan a ku şêniyên Başûrê Kurdistanê jê bêpar mane, difirin.

Rojnameya El Ereb a Londonê: Balafir û dronên Tirkiyeyê bi petrola Kurdan difirin
25 tebax, 2024   17:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyê raporek bi navê "Silêmanî di hedefa balafirên bêmirov ên Tirkiyeyê de ye, gelo çima Bexda û Hewlêr bê deng in?" weşand.

Di raporê de bal li ser êrişên balafirên bêmirov ên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê û bêdengiya hikumeta navendî ya Bexdayê û hikumeta Hewlêrê, hat kişandin.

Di raporê de ev tişt hat gotin: "Herî dawî êrişeke hewayî li dijî erebeya tîmeke rojnamevanan hat kirin. Ew tîm ji aliyê şîrketeke xwecih ve li bajarokê Seyîdsadiq ê rojhilatê Silêmaniyê hatiye ruxsetkirin. Di encama êrişê de 2 rojnamevanên jin Hêro Îbrahîm û Gulistan Tara jiyana xwe ji dest da û 5 rojnamevanên din bi giranî birîndar bûn."

Di rapora rojnameyê de îdiayên Enqereyê yên dibêjin ku êriş li dijî berpirsekî Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) bû, hatin redkirin.

Di raporê de her wiha hat diyarkirin, "Şêniyên Kurd saziyên herêmê gunehbar kirin ku ew agahiyên îstixbaratî didin balafirên bêmirov ên Tirkiyeyê û rê li ber wan vedike da ku bi zelalî û li ber çavên hemûyan armancên xwe pêk bîne."

Her wiha di raporê de hat gotin ku sotemeniya ku balafirên dewleta Tirk a dagirker pê difirin, ji petrola Kurdî ye ya ku şêniyên herêmê ji wê bêpar mane.

Di berdewama raporê de hat destnîşankirin, "Li hemberî hemleyên rojane yên Tirkiyeyê ku li dijî deverê û sivîlê wê pêk tîne, bêdengiyeke siyasî ya berfireh li herêmê heye. Her aliyeke siyasî jî dixwaze xwe ji êrişan dûr bixe, nexasim desthilata Herêma Kurdistanê ya ku li gorî wê nêzîkbûna ji Enqereyê ji tirsa şêniyên herêmê girîngtir e. Her wiha ji bo wê ne girîng e ku gelo bi rastî ew êriş li dijî endamên PKK'ê ne yan di çarçoveya siyaseta erda şewitî ya li dijî ewlehiya gundên Kurdan de ne."

Der barê têkiliyên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û dewleta Tirk a dagirker de di raporê de hat gotin: "Têkiliyên aborî û siyasî yên xurt di navbera desthilata herêmê û Enqereyê de hene. Ev yek ji bo hikumeta navendî ya Bexdayê jî derbasdar e. Bexdayê bi Enqereyê re peymaneke wiha îmze kir ku ne tenê ew sînorê xwe li ber hêzên Tirkiyeyê veke, her wiha ku ew bi wan re koordîneyê bike û bihêle li dijî tevgera PKK'ê baregehên xwe bi cih bikin."

(mh)