Êrişên Îsraîlê li dijî Sûriyeyê zêde bûne

SOHR'ê ragihand ku ji destpêka 2025'an ve Îsraîlê 95 caran êriş 135 cih li Sûriyeyê kiriye û di encamê de 61 kes hatin kuştin.

Êrişên Îsraîlê li dijî Sûriyeyê zêde bûne
8 îlon, 2025   21:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku ji destpêka 2025'an ve Îsraîlê bi 95 êrişan zêdetirî 135 cih bombebaran kirine.  Di encama wan de 61 kesên sivîl û leşker hatine kuştin.

Li gorî amaran, ji dema ketina rejîma Esed ve di Kanûna 2024'an de, Îsraîlê nêzî 210 caran Sûriye topbaran kirine û zêdetirî 500 êrişên hewayî pêk anîne.

(mh/şx)