Îsraîlê êriş rohilatê Lubnanê kir: 5 kes hatin kuştin  

Di encama êrişa Îsraîlê ya li dijî navendên Hizbullahê li rojhilatê Lubnanê de, 5 kes hatin kuştin û 5 jî birîndar bûn.

Îsraîlê êriş rohilatê Lubnanê kir: 5 kes hatin kuştin  
8 îlon, 2025   21:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê ragihand ku di êrişa Îsraîlê ya li ser rojhilatê Lubnanê de 5 kes hatine kuştin. Artêşa Îsraîlê aşkera kir ku êriş li dijî navendên Hizbullahê ne.

Wezaretê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku Îsraîlê êriş Bîqa û Crûd El Hirmil kiriye. Heta niha di encamê de 5 kes hatine kuştin û 5 din jî birîndar bûne.

(ac/şx)

ANHA