Êrişa li ser Qereçoxê; destpêka êrişên dewleta Tirk ên li dijî Rojava

Êrişên li ser Çiyayê Qereçoxê yên sala 2017'an destpêka êrişên leşkerî yên dewleta Tirk ên li ser Rojava bû. Lê ruxmê van êrîşan jî ev 8 salan hewldanên Kurdan ji bo mîsogerkirina destkeftiyan di destûreke nû ya Sûriyeyê de didomin.

Êrişa li ser Qereçoxê; destpêka êrişên dewleta Tirk ên li dijî Rojava
Êrişa li ser Qereçoxê; destpêka êrişên dewleta Tirk ên li dijî Rojava
Êrişa li ser Qereçoxê; destpêka êrişên dewleta Tirk ên li dijî Rojava
Êrişa li ser Qereçoxê; destpêka êrişên dewleta Tirk ên li dijî Rojava
Êrişa li ser Qereçoxê; destpêka êrişên dewleta Tirk ên li dijî Rojava
Êrişa li ser Qereçoxê; destpêka êrişên dewleta Tirk ên li dijî Rojava
25 nîsan, 2026   02:35
NAVENDA NÛÇEYAN
MIHEMED EBDO

Li gorî çavkaniyên siyasî û leşkerî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi destpêkirina şoreşa Rojava (19 Tîrmeh 2012) re, dewleta Tirk a dagirker bi rêya dezgehên xwe yên îstîxbaratê û bi piştgiriya gelek aliyan, bi taybetî jî bi rêka çeteyên DAIŞ'ê, hewl da destkeftiyên şoreşê têk bibe.

Bi berfirehbûna qada berxwedana gel û hevgirtina pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re, her wiha bi têkçûna planên xirabkirina ewlehiya herêmê re dewleta Tirk a dagirker dest bi êrişên leşkerî kir. Êrişa hewayî ya li ser Çiyayê Qereçoxê ku di 25'ê Nîsana 2017'an de hatibû kirin.

HÛRGILIYÊN ŞEVA ÊRIŞÊ

Di 25'ê Nîsana 2017'an de, saet di 02:00'an de, 26 balafirên şer ên artêşa Tirk navendên Fermandariya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ), avahiya Rojava FM, çapxaneyek, saziyên leşkerî û xizmetguzarî yên li Çiyayê Qereçoxê bombebaran kirin. Di êrişê de gelek saziyên leşkerî û çapemeniyê kirin hedef.

Li gorî daxuyaniya Navenda Ragihandinê ya YPG'ê di êrişê de 20 şervanên YPG û YPJ'ê, tevî nûçegihanên şer şehîd bûn û 18 şervan birîndar bûn.  Yek ji şehîdên êrişa li Qereçoxê, fermandarê pêşeng ê YPG'ê Rustem Zeydan (Mihemed Xelîl) bû ku di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de, bi taybetî li eniyên bajarê Reqayê roleke girîng lîstibû.

ÊRIŞÊN DEWLETA TIRK ÊN JI BO PIŞTGIRIYA DAIŞ'Ê

Gelek siyasetmedar û şîrovekaran diyar kir ku dema êrişê ne tesaduf bû, lê ew ji bo bandorê li ser rêya şeran bikin û zexta li ser çeteyên DAIŞ'ê sivik bikin.

Êrişa li ser Qereçoxê di demeke pir hesas de hat kirin ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) di çarçoveya pêngava Xezeba Firatê ya rizgarkirina Reqayê ji çeteyên DAIŞ'ê de pêşketinên girîng bi dest xistibûn û li bajarên Tebqa û Reqayê dorpêçeke tund li ser DAIŞ'ê ferz kiribû.

Di daxuyaniyek fermî de, QSD'ê diyar kir ku armanca êrişa li ser Qereçoxê ew e ku pêngava li dijî DAIŞ'ê asteng bike û hevahengiya heyî ya bi Koalîsyona Navneteweyî re qels bike û di encamê de rewşeke tevlihev li ser erdê bê çêkirin.

BERTEKA GEL

Piştî belavbûna nûçeya bombebaranê, ji tevahî pêkhateyên herêmê; Kurd, Ereb û Suryan bi hêris ber bi Çiyayê Qereçoxê ve çûn û nerazîbûna xwe ya li hember êrişê nîşan da. Bi deh hezaran kes daketin kolan û meydanên giştî, dirûşmeyên şermezarkirina êrişê bilind kirin û xwestin qada hewayî ya herêmê ji êrişan re were girtin.

Fermandarê giştî yê QSD'ê Mazlûm Ebdî, şandeyek ji Koalîsyona Navneteweyî çûn cihê êrişê, tevî şêniyan nerazîbûna xwe li hember bêdengiya civaka navneteweyî nîşan dan, DYA û koalîsyon ji ber negirtina tedbîrên astengkirinê berpirsyar dîtin, nemaze ji ber endametiya Tirkiyeyê di NATO'yê de.

Di heman çarçoveyê de, 23 partî û tevgerên siyasî û rêxistinên sivîldaxwazên fermî ji Koalîsyona Navneteweyî xwestin qada hewayî ya Rojava li ber êrişan bigirin.

Piştî êrişê êdî 25'ê Nîsanê li Rojava bûye "Roja Şehîdan" û her sal di vê rojê de şehîd tên bibîranîn.

ÊRIŞÊN DEWLETA TIRK ÊN RASTERAST LI SER ROJAVA

Êrişa li ser çiyayê Qereçoxê êrişa destpêkê ya dewleta Tirk a dagirker li ser Rojava bû. 9 meh piştî êrişa ser Çiyayê Qereçoxê, dewleta Tirk û çeteyên wê di 20'ê Çileya 2018'an de êrişên dagirkirinê birin ser Efrînê. 9'ê Cotmeha 2019'an de bajarên Serêkaniyê û Girê Spî hatin dagirkirin. Pê re sûcên kuştin, revandin, koçberkirin û guhertina demografîk hatin kirin.

ŞERÊ DRONAN

Di navbera salên 2020-2023'yan de anku piştî êrişên bejahî di encamên lihevkirinên navneteweyî (Rûsya, Tirkiye, DYA) de bi dawî bûn, dewleta Tirk dest bi qonaxekek nû ya êrişan kir. Di vê qonaxê fermandar û pêşengên şoreşê bi rêya dronan dikirin hedef. Di 22'ê Tîrmeha 2022'an fermandara giştî ya Hêzên Antîterorê (YAT) Jiyan Tolhildan di êrişa dronan a dewleta Tirk de li bajarê Qamişloyê şehîd bû. 10'ê Hezîrana 2023'an de ji damezirîner û fermandarên Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) Karker Tolhildan jî di êrişa dronan de li Şehbayê şehîd bû.

ÊRIŞÊN BIRÇÎKIRIN Û KOÇBERKIRINÊ

Di navbera 2023-2024'an de dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe li ser binesaziya Rojava zêdetir kirin; aşxane, embarên genim, santralên pompkirina avê û navendên elektrîkê û cihên petrolê kirin armanc. Armanc ji van êrişan têkbirina statuya Rêveberiya Xweser di aliyê aborî de, birçîkirin û koçberkirina gel bû. Heya niha dewleta Tirk bi rêya gefên xwe şerê dirûnî li dijî gelê herêmê pêk tîne û hewl dide tevna civakî ya herêmê têk bibe.

Her çend 25'ê Nîsanê bîranînên êşdar ji bo gelê Rojava hildigire jî, ew rojek e ku soza xwe ji nû ve nû dikin da ku bi rêya bîranîna fedakariya şehîdên Şoreşa 19'ê Tîrmehê, di bin navê Roja Şehîdan de, li hember qirkirinê vebijêrka berxwedanê ya berdewam biparêzin.

(ac/bb)

ANHA