Di sala 2025’an de çi qewimî: Geşedanên li Rojhilata Navîn

Hilbijartina serokkomarê Lubnanê, şerê Xezayê, şerê Îran û Îsraîlê û agirbest, her wiha dosyayên Hizbullah, Sûdan û Iraqê jî di nav de, di sala 2025’an de gelek geşedanên siyasî û ewlehî li Rojhilata Navîn qewimîn.

Di sala 2025’an de çi qewimî: Geşedanên li Rojhilata Navîn
21 kanûn, 2025   07:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Di sala 2025’an de ji şerê li Xezayê bigire, heya rageşiya di navbera Îran û Îsraîlê de, gelek geşedan û bûyer li Rojhilata Navîn rû dan.

Bûyer û geşedanên girîng ku li Rojhilata Navîn rû dane wiha ne:

9’ê Çileyê serokê Parlamentoya Lubnanê Nebîh Berî hilbijartina fermandarê artêşê Jozef Ewn wek serokkomar ragihand ku ji Cotmeha 2022’yan ve welat bê serokkomar bû.

12’ê Çileyê Meclisa Serdestiyê ya Sûdanê ji bo kontrolkirina dabeşbûna siyasî avakirina meclisa rêveber a veguhêz ragihand.

16’ê Çileyê Îsraîl û Hemasê li gorî 3 merheleyan li ser agirbesta li Xezayê li hev kir. Agirbest 20’ê Çileyê ket meriyetê. Bi vê yekê şerê ku 15 mehan dewam kir, bi dawî bû.

18’ê Çileyê li Riyadê civîneke awarte ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û Kendavê ji bo nîqaşkirina bandorên şerê Xezayê, aloziya herêmî û ewlehiya navgînasyonê pêk hat.

22’yê Çileyê serfermandarê Îsraîlê Herzî Halevî ji ber têkçûna bersiva li hemberî êrişa Hemasê ya 7’ê Cotmeha 2023’yan îstifa kir.

23’yê Çileyê wezîrê karên derve yê Erbistana Siûdî Feysel bîn Ferhan piştî 15 salan yekem car serdana Beyrûtê kir.

25’ê Çileyê DYA’yê biryar da ku ji bilî alîkariya ji bo Misir û Îsraîlê, piraniya alîkariya xwe ya derve rawestîne.

30’yê Çileyê Qeterê ji ber zêdebûna gefên ewlehiyê yên piştî êrişa Îsraîlê ya li ser Dohayê, ragihand ku hin çalakiyên xwe yên dîplomatîk bi awayekî demkî rawestîne.

7’ê Sibatê cîgira nûnerê taybet ê DYA’yê Morgan Ortagus ragihand ku Washington beşdarbûna Hizbullahê di hikumeta Lubnanê de re dike.

18’ê Sibatê Yekitiya Ewropayê (YE) bi armanca xurtkirina agirbesta li Xezayê û xebata ji nû ve avakirinê bi pêvajoyeke siyasî ve, hewlên nû yên dîplomatîk dan destpêkirin.

23’yê Sibatê cenazeyên sekreterê giştî yê Hizbullahê Hesen Nesrallah û cîgirê wî Haşim Safyedîn ên di êrişên hewayî yên Îsraîlê de hatibûn kuştin, li Beyrûtê hatin veşartin.

26’ê Sibatê parlamentoya Lubnanê ji 128 dengan, bi 95 dengan bawerî da hikumeta Newaf Selam.

27’ê Sibatê YE’yê piştî şerê Xezayê însiyatîfeke siyasî ya nû ji bo Rojhilata Navîn ragihand.

4’ê Adarê Iraqê ragihand ku ji ber aloziyên herêmî dê hêzên xwe li ser sînorê rojava zêde bike.

10’ê Adarê li Qahîreyê civîneke ewlehiyê bi mijara nîqaşkirina rewşa piştî şerê Xezayê pêk hat. Rayedarên Misir, Îsraîl û DYA’yê beşdar bûn.

18’ê Adarê Hemasê ragihand ku hikumeta Netanyahu şerê li Xezayê ji nû ve da destpêkirin û ji peymana agirbestê vekişiyaye.

28’ê Adarê artêşa Sûdanê ragihand wê ku piştî vegerandina qesra serokatiyê, paytext Xertûm bi tevahî kontrol kiriye.

2’ê Nîsanê wezîrên karên derve yên Îran û Erebistana Siûdî li Pekînê hevdîtin kir û ragihand ku ew panbendî kêmkirina rageşiyê ne.

11’ê Nîsanê Omanê ragihand ku ew ê ji bo kêmkirina rageşiya di navbera DYA û Îranê de hevdîtinên nerasterast pêşwazî bike.

15’ê Nîsanê îstîxbarata Urdunê ragihand ku wê planên Îxwan El Muslimîn ên li dijî ewlehiya neteweyî ya welat têk birin.

23’yê Nîsanê desthilata Urdunê Îxwan El Muslimîn qedexe kir û nivîsgehên wê girtin.

6’ê Gulanê piştî Hûsiyan soz da ku dê êrişên xwe yên deryayî rawestîne, serokê DYA’yê Donald Trump jî rawestandina êrişên DYA’yê yên li ser Yemenê ragihand.

19’ê Gulanê, rayedarên Tirkiye, Iraq, Îran û Rûsyayê bi mijara nîqaşkirina ewlehiya sînor û hevsengiyên herêmî, li Enqereyê civiyan.

21’ê Gulanê Komkara Erebî bi rojeva nîqaşkirina bandorên şerê Îran û Îsraîlê, avakirina komîteya rewşa awarte ragihand.

28’ê Gulanê Benjamin Netanyahu kuştina fermandarekî Hemasê Mihemed Sinwar li Xezayê ragihand.

8’ê Hezîranê DYA’yê ragihand ku dê hêzên li Kendavê û rojhilatê Deryaya Spî zêde bike.

13’ê Îsraîlê li Îranê êrişî tesîsên nukleerî û cihên leşkerî kir. Tehranê jî êrişî Îsraîlê kir.

22’yê Hezîranê Trump ragihand ku hêzên DYA’yê tesîsên nukleerî yên Îranê li Fordow, Natanz û Isfahanê rûxandin.

23’yê Hezîranê Îranê, baregehên DYA’yê yên li Qeterê kirin hedef.

24’ê Hezîranê Trump piştî 12 rojên şer, agirbesteke berfireh di navbera Îsraîl û Îranê de ragihand.

2’yê Tîrmehê serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan pêşnûmeyek pejirand ku hevkariya bi Ajansa Enerjiya Atomê ya Navneteweyî re radiwestîne.

17’ê Tîrmehê Bexdayê piştî rawestandina zêdetirî 2 salan, peymanek bi Herêma Federal a Kurdistanê re ragihand ku hinardekirina petrolê ji nû ve dest pê bike.

30’ê Tîrmehê li Dohayê lûtkeyeke erebî-navneteweyî ya awarete bi mijara nîqaşkirina siberoja Xezayê pêk hat.

5’ê Tebaxê hikumeta Lubnanê biryar da ku Hizbullah were bêçekkirin û çek di destê dewletê tenê de bimînin.

14’ê Tebaxê serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan diyalogên ewlehiyê bi Iraq û Îranê re dan destpêkirin.

22’yê Tebaxê artêşa Lubnanê dest bi wergirtina çekan ji kampên Filistînê kir.

9’ê Îlonê artêşa Îsraîlê li Dohayê êriş li dijî rayedarên Hemasê da destpêkirin.

12’ê Îlonê NY’yê ji bo rêgirtina li pêşiya nakokiyên li Rojhilata Navîn civînek li ser asta wezîran li dar xist.

18’ê Îlonê Erebistana Siûdî û Pakistanê peymana xurtkirina tevkariya leşkerî îmze kir.

22’yê Îlonê serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron naskirina fermî ya dewleta Filistînê ragihand.

28’ê Îlonê NY’yê ji nû ve cezayên aborî û leşkerî yên berfireh li ser Îranê danîn.

9’ê Cotmehê Trump ragihand ku Îsraîl û Hemas li ser qonaxa yekem a plana wî ya aştiyê ji bo Xezayê li hev kirine.

16’ê Cotmehê Hûsiyan ragihand ku serok erkanê artêşa wê Mihemed Ebdulkerîm El Xemerî di êrişeke hewayî ya Îsraîlê de hatiye kuştin.

26’ê Cotmehê Hêzên Piştgiriya Lezgîn ragihandin ku wan Faşirê (keleha dawîn a artêşê li Darfûrê) kontrol kir.

11’ê Mijdarê hilbijartinên parlamentoya Iraqê hatin lidarxistin.

17’ê Mijdarê Komîseriya Bilind a Hilbijartinan a Iraqê ragihand ku bloka Mihemed Şiya El Sûdanî di hilbijartinan de bi ser ketiye.

20’ê Mijdarê Çînê pêşwaziya diyalogeke ewlehiyê di navbera welatên Kendavê û Îranê de ragihand.

23’yê Mijdarê artêşa Îsraîlê ragihand ku serfermandarê Hizbullahê Heysem El Tebtebaî di êrişekê de li Beyrûtê hatiye kuştin.

3’yê Kanûnê piştî 40 salan, cara yekemîn dan û standinên rasterast bi navbeynkariya DYA’yê di navbera Lubnan û Îsraîlê de dest pê kirin.

(b)

ANHA