52 salên Tevgera Azadiyê

Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) bi têkoşîna xwe ya dûr û dijwar, di nava civaka Kurd û herêmê de hişmendî, vîn û baweriya siyasî, çandî, nasname, parastin û rewşenbîriyê ava kir.

52 salên Tevgera Azadiyê
52 salên Tevgera Azadiyê
52 salên Tevgera Azadiyê
52 salên Tevgera Azadiyê
52 salên Tevgera Azadiyê
52 salên Tevgera Azadiyê
52 salên Tevgera Azadiyê
52 salên Tevgera Azadiyê
52 salên Tevgera Azadiyê
52 salên Tevgera Azadiyê
52 salên Tevgera Azadiyê
27 mijdar, 2025   02:35
NAVENDA NÛÇEYAN
BERÎTAN ÎRLAN – ROGER ROJIYAN

Îro 47’emîn salvegera damezirandina Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ye. Têkoşîna ku bi pêşengiya Rêber Abdullah Ocalan di sala 1973’yan de bi navê Apociyan dest pê kir, 27’ê Mijdara 1978’an wek PKK berdewam kir. Di 52 salan de li Kurdistan, Rojhilata Navîn û cîhanê PKK’ê mohra xwe li gelek destpêkan û geşedanan da. 27’ê Sibata 2025’an Rêber Abdullah Ocalan bi “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” diyar kir ku PKK’ê rola xwe lîstiye, lewma têkoşîn derbasî pêvajoyeke nû dibe. PKK’ê jî di 5-7’ê Gulana 2025’an de bi kongreya xwe ya 12’emîn bersiva bangê da, xwe fesih kir û dawî li têkoşîna çekdarî anî. Bi vê gava dawîn re PKK careke din bû rojeva sereke ya herêm û cîhanê. 

Bi boneya salvegera 47’emîn, me jî li ser têkoşîna PKK’ê, di aliyê siyasî, ronakbîrî, çandî û civakî de nirxên ku afirandine, her wiha bandora ku li qada navneteweyî ava kiriye, dosyayek amade kir.

Di beşa yekem a dosyayê de, me cih da kronolojiya pêşketinên girîng ên dîroka PKK’ê. Di beşên din de jî dê ji afirîneriyên PKK’ê yên di aliyê siyasî, çandî, ronakbîrî, civakî, jin, xweparastin û navneteweyî re cih bê dayîn.

PÊŞKETINÊN GIRÎNG ÊN DÎROKA PKK’Ê

Di sala 1968’an de ku sosyalîzm-komunîzmê bandora xwe li cîhanê çêkiribû, ciwan-xwendekarên li Tirkiyeyê jî bandor ji sosyalîzmê girtibû û dixwest Tirkiye bi pergaleke sosyalîst bê birêvebirin.

Rêber Abdullah Ocalan jî di sala 1971’an de li paytexta Tirkiyeyê Enqereyê Fakulteya Zanistên Siyasî ya Zanîngeha Enqereyê dixwend û şoreşgerên wekî Mahîr Çayan û Denîz Gezmîş bandor lê dikir. Di 7’ê Nîsana 1972’yan de Rêber Abdullah Ocalan bi armanca şermezarkirina qetilkirina Mahîr Çayan û hevalên wî, li zanîngehê tev li çalakiyê bû û belavok belav kirin. Di vê çalakiyê de Rêber Abdullah Ocalan hat girtin û 7 mehan li girtîgeha Mamakê ya Enqereyê ma. Di girtîgehê de li ser rewşa Kurdistanê zêdetir lêhûrbûn kir.

Piştî ji girtîgehê derket, di Newroza 1973’yan de li Bendava Çubukê ya Enqereyê bi 6 ciwanên şoreşger re civîna yekemîn a koma destpêkê li dar xist û gotina “Kurdistan mêtingeh e” anî ziman.

Di sala 1975’an de yekemîn belgeya nivîskî ya komê ji aliyê Rêber Abdullah Ocalan û Mehmet Xeyrî Dûrmûş ve hat amadekirin.

Sala 1975’an, koma ku hem wek Apocî hem jî wek şoreşgeran dihat binavkirin, xebat û birêxistinbûna xwe ber bi Kurdistanê ve bir. Heta Gulanê, Rêber Abdullah Ocalan li Bakurê Kurdistanê gelek civîn çêkirin. Di 18’ê Gulana 1977’an de koma sîxur a bi navê “Stêrka Sor” ku ji aliyê dewletê ve dihat destekkirin, li bajarê Dîlokê yek ji pêşengên komê Heqî Karer qetil kir.

Di Tîrmeha 1978’an de Rêber Abdullah Ocalan manîfestoya bi navê “Rêya Şoreşa Kurdistanê” nivîsand û “têkoşîna li ser bingeha tundiya şoreşgerî ya li dijî kesayet, sazî û dezgehên sîxur” wek stratejiya têkoşîna pêvajoya partîbûnê diyar kir. 

Koma şoreşgeran, 26-27’ê Mijdara 1978’an kongreya xwe ya 1’emîn li gundê Fîsê yê navçeya Licê ya Amedê li dar xist. Di encama kongreyê de Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) hate damezirandin.

Li ser geşedanên ku wê demê li Tirkiye û Kurdistanê diqewimîn, Rêber Abdullah Ocalan amadekariyên derbeyeke leşkerî pêşbîn kirin û bi armanca parastina sazûmaniya partiyê û amadekariyên dema pêş, 2’yê Tîrmeha 1979’an, derbasî Rojavayê Kurdistanê-Sûriyeyê bû.

12’ê Îlona 1980’yan li Tirkiyeyê derbeya leşkerî pêk hat û hemû komên şoreşger, demokrat di komkujiyê re hatin derbaskirin, bi hezaran kes hatin girtin. Li gorî belgeyên fermî 650 hezar kes hatin destgîrkirin, 230 hezar kes di dadgehên keşkerî de hatin darizandin. 171 kes bi îşkenceyê, 300 kes hatin qetilkirin. 48 kes hatin darvekirin.

Li Kurdistanê jî di serî de li Girtîgeha Amedê, li gelek bajaran îşkenceyên hovane hatin kirin, komkujî pêk hatin. Bi sedan kadro û sempatîzanên PKK’ê jî hatin girtin. Li hemberî êrişan kadroyên pêşeng ên PKK’ê berxwedaneke dîrokî meşand û rûpeleke nû li dîrokê vekir.

Li girtîgeha Amedê yek ji pêşengên PKK’ê Mazlûm Dogan roja 21’ê Adara 1982’yan anku roja Newrozê, bi dirûşma “Berxwedan jiyan e û Newroz pîroz be” çalakiya fedaî li dar xist.

Roja 18’ê Gulanê (1982) kadroyên PKK’ê Ferhat Kurtay, Necmî Oner, Eşref Anyik û Mehmûd Zengîn bedena xwe dan ber agir.

14’ê Tîrmeha 1982’an de kadroyên pêşeng ên PKK’ê Kemal Pîr, Mehmet Xeyrî Dûrmûş, Akîf Yilmaz, Elî Çîçek û Mustefa Karasû dest bi rojiya mezin a mirinê kirin. Kemal Pîr 7’ê Îlonê, M. Xeyrî Dûrmûş 12’ê Îlonê, Akîf Yilmaz 15’ê Îlonê, Elî Çîçek 17’ê Îlonê şehîd bûn.

Berxwedana girtîgehan bû bingeha têkoşîna mezin a gel û rêya şerê çekdarî. Roja 18’ê Gulanê weke “Roja Şehîdan”, 14’ê Tîrmehê jî weke “Roja Rûmetê ya Netewî” hat îlankirin.

Rêber Abdullah Ocalan di Mijdara 1981’an de li Şamê bi partî û rêxistinên din ên li Bakurê Kurdistanê re hevdîtin pêk anîn û hewl da eniyek hevpar ava bike. Bi vê mebestê PKK’ê “Reşnivîsa Bernameya Eniya Rizgariya Netewî ya Kurdistanê” amade, lê partî û rêxistinên din erênî nêzî nebûn.

Di navbera 20-25’ê Tebaxa 1982’an de PKK’ê Kongreya xwe ya 2’emîn, li kampeke şoreşgerên Filistînî (Eniya Gel a Rizgarkirina Filistînê) li dar xist. Di kongreyê de biryara vegera welat hat girtin.

15’ê Tebaxa 1984’an, bi pêşengiya Fermandar Mahsûm Korkmaz (Egîd) bi çalakiyên li navçeya Dihê ya Sêrtê û navçeya Şemzînan a Çolemêrgê şerê çekdarî hat destpêkirin. Bi vê çalakiyê re Hêzên Rizgariya Kurdistanê (HRK) hat îlankirin. Çalakiya 15’ê Tebaxê bû bingeha şerê ku dê 42 salan bidome û li cîhanê deng vede. Lewma 15’ê Tebaxê weke “Cejna Vejînê” hat îlankirin.

21’ê Adara 1985’an bi armanca rêxistinkirin û perwerdekirina civakê li Ewropayê Eniya Rizgariya Netewa Kurdistan (ERNK) hat avakirin.

PKK’ê 25-30’ê Cotmeha 1986’an, li kampek Lubnanê Kongreya xwe ya 3’emîn li dar xist. Bi li gorî mezinbûna têkoşîna çekdarî navê HRK weke Artêşa Rizgariya Gelê Kurdistanê (ARGK) hat guhertin. Biryara avakirina Akademiya Mahsûm Korkmaz hat dayîn.

26-31’ê Kanûna 1990’an, Kongreya 4’emîn a PKK’ê li qada Heftanîn a Başûrê Kurdistanê pêk hat. Rêber Abdullah Ocalan kongreya 4’emîn weke “Kongreya Gerîla” pênase kir.

Di Cotmeha 1992’an de dewleta Tirk bi hevkariya PDK-YNK’ê li hemberî qadên gerîla ye ji êrişên xwe yên herî mezin pêk anî. Lê encam negirt.

Rêber Abdullah Ocalan li ser daxwazên hin aliyên dewletê ku bi însyatîfa Serokkomarê wê demê Turgut Ozal pêş ket û rêya navbeynkaran hatibûn ragihandin, di Newroza 1993’an de agirbest îlan kir. Lê 17’ê Nîsana 1993’an Turgut Ozal bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da û pêvajo têk çû.

Piştî hilweşîna pergala Sovyetê PKK’ê di navbera 8-27’ê Çileya 1995’an de Kongreya 5’emîn li qada Heftanînê li dar xist. Rêber Abdullah Ocalan bi rapora polîtîk ya ku pêşkêşî kongreyê kir re bal kişand ser girîngiya guhertin û veguhertinê, bi vê mebestê kongre weke “Kongreya Reformê” pênase kir. Di kongreyê de li gel guhertina ala PKK’ê, bernameya partiyê jî hat nûkirin.

15’ê Kanûna 1995’an, Rêber Abdullah Ocalan ji bo çareseriya demokratîk agirbesta yekalî îlan kir. Lê dewleta Tirk 6’ê Gulana 1996’an li Şamê dijî Rêber Abdullah Ocalan bi wesayîteke ku 500 kîlo teqemenî barkirî bû êriş pêk anî. Bi vî awayî agirbest bi dawî bû. Gerîlaya PKK’ê Zeyneb Kinaci (Zîlan) 30’ê Hezîrana 1996’an li Dêrsimê bi çalakiya fedayî bersiva êrişan da. Vê çalakiyê di dîroka PKK’ê de rûpelek nû vekir.

1’ê Îlona 1998’an Rêber Abdullah Ocalan agirbesta yekalî ya sêyemîn îlan kir. Lê bersiv bi Komploya Navnetewî hat dayîn. Ji ber planên piralî yên navnetewî Rêber Abdullah Ocalan 9’ê Cotmeha 1998’an ji Sûriyeyê derket. Rêber Abdullah Ocalan 4 mehan di navbera Atîna, Roma û Moskovê de li rêyên çareseriyê geriya û bi vê mebestê dema li Romayê bû peyamek bi dîmen da. Lê komplo pir mezin bû û 15’ê Sibata 1999’an li paytexta Kenyayê Naîrobî radestî dewleta Tirk hate kirin. Li hemberî komployê di dîroka Kurdan da cara yekemîn li welat û derveyî welat serhildan û çalakiyên pir berfireh hatin pêkanîn. Li girtîgehan û der ve 63 jin û mêrên Kurd bi dirûşma “Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin” agir bi bedena xwe xistin. Bi hezaran ciwanên Kurd berê xwe dan refên gerîla.

17-18’ê Sibata 1999’an, PKK’ê Kongreya xwe ya 6’emîn li qada Xinêre ya Başûrê Kurdistanê li dar xist. Di kongreyê de sekna li dijî komployê hat nirxandin.

29’ê Hezîrana 1999’an dadgeha dewleta Tirk cezayê darvekirinê da Rêber Abdullah Ocalan. Li hemberî Rêbertiyê diyar kir ku wan têkoşîna demokrasiyê meşandiye. Rêber Abdullah Ocalan 2’ê Tebaxa 1999’an jî bang kir ku ji 1’ê Îlonê ve agirbesta bê dem bê îlankirin û gerîla derkevin ji derveyî sînor. Rêveberiya PKK’ê jî diyar ku dê bangê bi cih bînin û amadekariyên kongreya 7’emîn a awarte kir.

1 û 29’ê Cotmehê li ser banga Rêbertiyê 2 komên “Aştî û Çareseriya Demokratîk” ji çiya û Ewropayê hatin Tirkiyeyê.

2-23’ê Çileya 2000’î PKK’ê Kongreya 7’emîn a Awarte li dar xist. Di kongreya ku weke “Ji nû ve înşa û guhertinê” hat pênasekirin de bername, rêzikname û ala PKK’ê hatin guhertin; navê ARGK´ê wek Hêzên Parastina Gel (HPG) hate guhertin.

28’ê Îlona 2001’an Rêber Abdullah Ocalan parêznameya xwe ya bi navê “Ji Dewleta Rahîbên Sûmerê ber bi Şaristaniya Demokratîk ve” pêşkêşî Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê kir. Di parêznameyê de Rêbertiyê bal kişand ku pêdîvî bi pêşxistina şaristaniyek demokratîk heye û ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd formîla “Kurdistana Azad, Rojhilata Navîn a Demokratîk” diyar kir. Her wiha bal kişand ku PKK dikare di vê çarçoveyê de navê xwe biguhere û xwe nû bike.

 4-10’ê Nîsana 2002’an PKK’ê Kongreya 8’emîn li Qendîlê li dar xist. Di Kongreyê de navê PKK wekî Kongreya Azadiya Demokratîk a Kurdistanê (KADEK) hate guhertin. Rêber Abdullah Ocalan zêde bi erênî nêzî navê KADEK nebû.

Piştî kongreyê êrişên tesfiyekariyê yên di nava tevgerê de zêde bibûn û hewl didan ku rêveberiyê bi dest bixin. Di navbera 27’ê Cotmehê û 6’ê Mijdara 2003’yan de li herêma Qendîlê civîna yekemîn a lijneya giştî ya avakirina Kongra Gel hat lidarxistin. Kongra Gel weke sîwaneya giştî dihat avakirin lê tesfiyekaran dixwestin ku weke partiyekî lê binêrin û bidin qebûlkirin.

Kongra Gel hat avakirin, lê hewldanên tevlîheviyê jî berdewam kirin. Lewma Rêber Abdullah Ocalan di Adara 2004’an de xwest ku PKK ji nû de were avakirin. Li ser vê yekê 10’ê Adara 2004’an “Komîteya ji nû ve înşakirina PKK” hate avakirin. Kongreya 9’emîn a ji nû ve avakirina PKK’ê di navbera 28’ê Adarê- 4’ê Nîsana 2005’an de, li Xinêrê hat lidarxistin. Di Kongreyê de parêznameya Rêber Abdullah Ocalan ya bi navê “Parastina Gelekî” weke bingeh esas hat girtin û paradîgmaya “Civaka Demokratîk, Ekolojîk û Azadiya Jin” û Pergala Konfederalîzma Demokratîk hat pejirandin.

Danezana îlankirina Koma Civakên Kurdistanê (KCK) ku ji aliyê Rêber Abdullah Ocalan ve hatibû amadekirin, di Newroza 2005’an a li Amedê de hat xwendin.  

1’ê Cotmeha 2006’an, KCK’ê li ser banga Rêber Abdullah Ocalan agirbesta 5’emîn îlan kir. Lê piştî hevdîtina serokê Amerîkayê Bush û serokwezîrê Tirkiyeyê Erdogan a ku 5’ê Mijdara 2007’an pêk hat, pêvajo guherî. Li hemberî tevgerê êrişên nû hatin destpêkirin.  

21-30’ê Tebaxa 2008’an Kongreya 10’an a PKK’ê li Qendîlê hat lidarxistin.

29’ê Adara 2009’an hilbijartinên şaredariyan pêk hatin, Partiya Civaka Demokratîk (DTP) encamên serkeftî bi dest xistin. Li ser vê yekê KCK´ê 13’ê Nîsana 2009’an agirbest îlan kir. Lê desthilata AKP´ê 14’ê Nîsanê operasyonên qirkirina siyasî û êrişên leşkerî dan destpêkirin. Li hemberî êrişan PKK’ê 1’ê Hezîrana 2010’an Stratejiya Şerê Gelê Şoreşgerî îlan kir.

Piştî ku AKP ji ber çalakiyên gerîla tengav bû, şandeyek şande Îmraliyê. Rêber Abdullah Ocalan, Tebaxa 2010’an de agirbest îlan kir. 22’ê Kanûnê, Rêber Abdullah Ocalan “Manîfestoya Civaka Demokratîk” ku ji pênc bergan pêk tê pêşkêş kir.

12’ê Hezîrana 2011’an, li Tirkiyeyê hilbijartinên parlamentoyê pêk hatin û Kurdan encamek baş bi dest xistin. AKP’ê piştî vê encamê hevdîtinên bi Îmraliyê re bi dawî kirin û berê xwe da şer.

Li hemberî êrişan gerîlayan çalakiyên bi bandor li dar xistin û li girtîgehan grevên birçîbûnê hatin destpêkirin. Di qada siyasî de jî Xweseriyên Demokratîk hatin îlankirin. Li ser vê yekê di navbera rêveberiya AKP û Rêber Abdullah Ocalan de ji bo bidawîbûna grevên birçîbûnê hevdîtin hatin kirin. Di vê çarçoveyê de 3’yê Çileya 2013’an şandeya HDP’ê çû Îmraliyê û hevdîtin pêk anî. Rêyên çareseriyê ji raya giştî re aşkera kirin.

Piştî hevdîtinan Rêber Abdullah Ocalan danezana bi sernavê “Aştî û Çareseriya Demokratîk”, di Newroza Amedê ya 2013’an de hat xwendin. Di danezanê de banga agirbestê hat kirin.

5-13’ê Îlona 2013’an PKK’ê Kongeya 11’emîn, li Xinêrê pêk anî. Di kongreyê de bername û rêziknameya partiyê li gorî Manîfestoya Civaka Demokratîk hat nûkirin.

Sala 2014’an li Kurdistan û Rojhilata Navîn bû saleke ku gelek geşedan qewimîn. Li Bakurê Kurdistanê tevgera siyasî ya Kurd û derdorên demokratîk her ku çû hêza xwe zêde kir. Li Sûriye û Iraqê çeteyên DAIŞ’ê êrişên hovane pêk anîn. Li beranberî van êrişan gerîlayên PKK’ê berxwedaneke mezin nîşan da û li cîhanê deng veda. Li Rojavayê Kurdistanê jî berxwedana Kobanê bû hêviya gelan.

Di 30’ê Cotmeha 2014’ an de Desteya Ewlekariya Millî ya Tirk (MGK) yek ji civînên herî dirêj ên dîroka xwe (10 saetan) pêk anî û ‘Plana Têkbirinê’ li dijî Kurdan û Tevgera Azadiyê amade kir.

Li gel van geşedanan hevdîtinên li gel Rêber Abdullah Ocalan heta nîvê sala 2015’an dewam kirin. Di encama van hevdîtinan de Rêber Abdullah Ocalan “Deklarasyona Çareseriyê” amade kir. Deklarasyona ji 10 xalan pêk dihat, li Qesra Dolmabahçe ya bajarê Stenbolê ji aliyê şandeya HDP û hikumetê ve hat aşkerakirin. Rêber Abdullah Ocalan bang li PKK’ê kir ku ji bo bidawîkirina şerê çekdarî kongreya xwe pêk bîne. KCK’ê jî 1’ê Adara 2015’an diyar kir ku eger hikumet gavan biavêje, ew ê jî tişta pêwîst bikin.

22’yê Adara 2015’an Erdogan îdea kir ku tu xebera wî ji civîna Dolmabahçeyê tune ye. Di hilbijartinên 7’ê Hezîrana 2015’an de cara yekem AKP’ê dengek mezin winda kir û nekarî bi tena serê xwe hikumetê ava bike.

Ji Tîrmeha 2015’an ve jî hevdîtinên bi Rêber Abdullah Ocalan re qut bûn. 15’ê Tîrmeha 2015’an Hevseroka KCK’ê Besê Hozat diyar kir ku pêvajo dibe pêvajoya Şerê Gelê Şoreşgerî.

Dewleta Tirk 24’ê Tîrmeha 2015’an êrişên xwe yên “Plana Çokşikandinê” belavî her derê kirin.

Li hemberî êrişan salên 2015-2016’an de li bajarên Bakurê Kurdistanê yên wekî Kop, Farqîn, Sûr, Nisêbîn, Cizîr, Şirnex û Geverê serhildanên gel çêbûn.

Ji 2016’an heta 2024’an li hemberî Rêber Abdullah Ocalan tecrîdeke giran hat meşandin, êrişên dewletê yên li hemberî qadên siyasî û gerîla bê navber berdewam kirin. Li hemberî êrişan ji bilî berxwedana gerîla ya bêhempa, li Kurdistanê û derveyî welat di 10’ê Cotmeha 2023’yan de pêngava “Ji Rêber Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî” hat destpêkirin. Pêngavê dengekî pir mezin veda û zexteke mezin li ser dewleta Tirk çêkir. Geşedanên li herêmê diqewimin jî dewleta Tirk zêdetir xist zorê. Lewma careke din bi Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anîn.

1’ê Cotmeha 2024’an serokê giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî bang li Rêber Abdullah Ocalan kir ku PKK’ê fesih bike, were parlamentoya Tirkiyeyê siyasetê bike û dê deriyê mafê hêviyê heta dawiyê vekirî be.

Li ser vê bangê Rêber Abdullah Ocalan di 27’ê Sibata 2025’an de “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” kir û xwest PKK kongreya xwe pêk bîne û dawî li têkoşîna çekdarî bîne. PKK’ê li ser vê bangê 5-7’ê Gulanê kongreya xwe ya 12’emîn pêk anî û biryara xwefesihkirinê da.

(a)

ANHA