Di Zanîngeha Humsê de çalakiyên ‘şîretkirinê’ dibin sedema nerazîbûnê

Di Zanîngeha Humsê de çalakiyên “şîretkirinê” bûne sedema nerazîbûna xwendekaran. Xwendekar diyar dikin hewldan hene ku şêweyekî olî bidin sazûmaniya zanîngehê.

Di Zanîngeha Humsê de çalakiyên ‘şîretkirinê’ dibin sedema nerazîbûnê
Di Zanîngeha Humsê de çalakiyên ‘şîretkirinê’ dibin sedema nerazîbûnê
Di Zanîngeha Humsê de çalakiyên ‘şîretkirinê’ dibin sedema nerazîbûnê
25 nîsan, 2026   07:25
HUMS

Li Zanîngeha Humsê gengeşeyeke zêde têkildarî xistina hin çalakiyên rêvebirî wek "şîretkirin" di fakulteyan de heye. Xwendekar û akademîsyen dibêjin divê zanîngeh wekî cihek ji bo perwerde, lêkolînên zanistî û ramana rexnegir bimînin, dûrî her gotûbêjeke rasterast a rêveberiyê.

Li gorî tiştên ku di hundirê zanîngehê de hatin dîtin, di çalakiyên hemleya "şîretkirinê" de 2 çalakiyên sereke hene; gera li kampusa zanîngehê, di vê yekê de bang li xwendekarên jin hat kirin ku pabendî lixwekirina "nîqab" û "cilên şerî" bin û ya duyemîn jî semînerek bi navê “Şexsiyeta jina misilman di Quranê de" bû. Semîner li nimêjgeha fakulteya tibî ji hêla kesekî ve hate dayîn ku bi navê Dr. Um Ruqeye Hiso xwe daye nasîn. Di semînerê de modelên tevgerê yên jinan di xîtaba olî de hatin nîqaşkirin.

Xwendekarên Zanîngeha Humsê nêrînên xwe der barê van çalakiyan de anîn ziman. Xwendekarekî got: "Hebûna semînerên şîretkirinê di fakulteyên zanistî yên wekî bijîşkî de dibe ku destwerdanekê di navbera şopa akademîk û peyamên sincî de çêke. Divê zanîngeh wekî cîhên zanistî, ji bo hemû taybetmendiyan bêyî rênîşandaneke fikrî ya diyarkirî bimînin.”

Akademîsyenên zanîngehê diyar kir ku jîngeha zanîngehê li ser bingeha piralî û azadiya ramanê ye, lewma divê her çalakiyek li nava zanîngehê li gorî karektera zanistî ya saziyê were nirxandin, ji bo ku tu xîtabeke yekalî li ser xwendekaran neyê ferzkirin.

Li gorî şopandina ajansa me, heta niha ne rêveberiya Zanîngeha Humsê, ne jî rayedarên ku çalakiyê li dar dixin têkildarî naveroka hemleyê û armancên wê yên di nava zanîngehan de daxuyaniyeke fermî nedaye. Di heman demê de nîqaş di navbera xwendekaran de li ser sînorên cudakirina çalakiyên “şîretkirinê” û perwerdeya di nava saziyên zanîngehê de didome.

(ac/fr)

ANHA